Ji dagirkeriyê têr nabin

Em ji bo dewleta tirk dibêjin dagirker. Lewma sedemên wê hene. Di dîrokê de gelek dewlet hene ku dagirkerî pêk anîne û ev yek...

Bêdengiya li dijî tecrîdê tenê dewletê xurt dike…

Herî dawî Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ji bo ku li ser SEGBÎS’ê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike serî li...

Ji dagirkeriyê têr nabin

Em ji bo dewleta tirk dibêjin dagirker. Lewma sedemên wê hene. Di dîrokê de gelek dewlet hene ku dagirkerî pêk anîne û ev yek...

Bêdengiya li dijî tecrîdê tenê dewletê xurt dike…

Herî dawî Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ji bo ku li ser SEGBÎS’ê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike serî li...
Şemî - 3 Kanun 2022

Ji dagirkeriyê têr nabin

Em ji bo dewleta tirk dibêjin dagirker. Lewma sedemên wê hene. Di dîrokê de gelek dewlet hene ku dagirkerî pêk anîne û ev yek...

Bêdengiya li dijî tecrîdê tenê dewletê xurt dike…

Herî dawî Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ji bo ku li ser SEGBÎS’ê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike serî li...

Berxwedana gelê kurd mîzana wan xerakirî ye!

Bombeya di 13’ê mijdarê de li Stenbolê, li kolana Îstîklalê hat peqandin, rûyê reş ê AKP’ê û wezîrê wî yê navxweyî careke din aşkera kir. Lê ev car bi senaryoyek ûsa xerab bombe peqandin ku tu kes bawerî bi wan neanî. Yên dixwazin bawerî bînin jî tên li ciyek radiwestin û di dawî de pirsa ‘lê’ dikin.

Derdê wan ji peqandina bombeyê diyar e. Derdê mezin gûherandina rojevê bû. Sûcê wan ê şer li her derê aşkera bû. Êdî tevayî dinê dizanin ku li dijî şervanên Kurdistanê çekên qedexekirî û çekên kîmyevî bikartînin. Her weha li dijî leşkerên xwe jî sûcên mirovatiyê dikin. Leşkerên xwe dişewitînin. Piştî weşandina dîmenan, di zorê de man. Bi peqandina bombeyê xwestin vê rojevê bigûherînin.

Derdekî wan ê din jî êrîşên dagirkerî ya li dijî rojavayê Kurdistanê ye. Ji mêjve ye dixwazin di serî de Kobanê, êrîş bibin ser hin herêmên din a rojavayê Kurdistanê. Gelek hewl dan. Di serî de Amrîka ji hêzên navneteweyî îcaze negirtin. Her weha amadekariya berxwedanek giştî ya gelên rojavayê Kurdistanê jî pêşî li wan girt. Bi bombeya ku li kolana Îstîklalê peqandin, xwestin rojavayê Kurdistanê wekî çavkaniya ‘terorê’ nîşan bidin û bikaribin bikin sedema êrîşek nû.

Derdek din jî rêveçûyînên siyaseta navxweyî ye. Hilbijartin nêz dibe. Rewşa aborî ne baş e. Ji xizaniyê bêhna gel dernakeve. Xwestin wekî 2015’an careke din gel bi bombeyan bitirsînin. Ango gel ji dêvla ku xizaniyê biaxive, bila benîşta ‘terorê’ bicû û li dora AKP û şîrîkên wî rêz bibe.

Divê em behsa taciriya madeyên hişber jî bikin. Li Tirkiyeyê di sala 2022’yan de  taciriya madeyên hişber herî kêm sedî 60 zêde bûye. Pispor dibêjin, Tirkiye êdî ne tenê rêya derbasbûyînê ya madeyên hişber e. Tirkiye bûye navenda tacirên madeyên hişber. Ev yek, ji tacirên navdar yên li Tirkiye dijîn jî diyar e. Kêm cara ji van tacîran hinek tên girtin, lê dîsa jî pêşî li taciriya madeyên hişber naye girtin. Tirkiye her weha bi pereyên reş yê taciriya madeyên hişber ve, aboriya xwe jî bi rêve dibe. Di koordînasyona taciriya madeyên hişber de rola herî mezin ya Suleyman Soylu ye. Ev yek bû sedem ku Soylu û hin polêsên wî jî bi hev ketin. Berî niha jî Sedat Peker di serî de gelek kesên ji tezgahên dewletê derbasbûne, di kontrola vê taciriyê de rola Suleyman Soylu çi ye, aşkera gotin. Herî dawî jî Kemal Kiliçdaroglu behsa vê yekê kir û wekî navnîşan jî rasterast Suleyman Soylu nîşan da. Diyar e, heke desthilatdarî ji destê vê çeteyê derkeve ew ê ne tenê desthilatdarî, her weha gelek tiştên din jî winda bikin.

Ev yek bûn sedem û ji ber vê yekê careke din xwestin ku bi peqîna bombeyek kontrol dîsa bigrin destê xwe. Lê di senaryoyê xwe de gelek çewtî kirin. Derew û mîzansenê wan hinde bi nezanî hatibû nivîsandin ku dest avêtin kuderê di destê wan de ma.

Em behsa kîjan bikin! Gotin ew jin bi awayek pispor hatiye perwerdekirin û 4 meh berê derbasî Tirkiye bûye. Derket holê ku jinek herî kêm salek e li Stenbolê ye û ne kaçax e. Di ser de jî ji Neteweyên Yekbûyî mehane alîkariya penaberiyê digre. Çend kesên din girtin û wana wekî endamên/têkîldarên YPG û PKK’ê nîşan dan. Aşkera bû ku ev kes hemû karsazên mihacir in û têkîliyê wan û saziya karsazên AKP’ê gelek xurt in. Ev kesan gelek car beşdarî civînên MUSÎAD’ê bûne. Ji alî din Kobanê wekî navnîşan bilêvkirin. Lê hemû rê derketin Azez, Efrîn û Îdlîbê ku ev der jî hemû di bin dagirkeriya dewleta tirk de ne.

Kin û kurt, di peqîna Stenbolê de yek tişta ku mirov bikaribe bêje rast e an jî bikaribe pê bigre û derdora xwe qanî bike, tûnebû. Senaryoyek hindî bi lezûbezî û acemî hatibû nivîsandin ku dest diavêtin kûderê di destê wan de dima.

Mixabin, senaryo acemî ye lê opozîsyon hinde xerabtir e tênaghîjin vê acemîtiyê. Di parlamentoyê de HDP ne tê de, yek kesek derewên Erdogan û Soylu li rûyê wan naxe. Ew jî benîşta derewîn ya Erdogan û Soylu dicûn. Dibe ku di şîrîkatiya nêhînî ya AKP û MHP’ê de hesabên wan ên cuda hebin. Lê ya rast, ew opozîsyona derewîn jî dizane ku sedema têkçûna dewletê, berxwedana gelê kurd û şervanên vî gelî ne. Naxwazin ev rastî bi berfirehî were zanîn.

Êdî aşkera ye; têkçûne. Berxwedana kurda wan careke din têkbir. Ji bo wê jî mîzanên xwe şaş kirine, li bin gûhê hev ketine.

Nûçeyên Têkildar