Destana berxwedana mirovahiyê

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ev 45 sal in bi berxwedana bêhempa pêşengiya azadiya gelan dike. Di vê rê de gelek berdêlên giranbuha hatin dayîn....

Berzanî çima bêdeng in?

Li himberî êrîş û êrîşkariya devleta tirk a bi taybetî li ser Başûr û Rojava, hema hema hemû dewlet û kesayetiyan hilwesta xwe nîşan...

Destana berxwedana mirovahiyê

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ev 45 sal in bi berxwedana bêhempa pêşengiya azadiya gelan dike. Di vê rê de gelek berdêlên giranbuha hatin dayîn....

Berzanî çima bêdeng in?

Li himberî êrîş û êrîşkariya devleta tirk a bi taybetî li ser Başûr û Rojava, hema hema hemû dewlet û kesayetiyan hilwesta xwe nîşan...
Şemî - 10 Kanun 2022

Destana berxwedana mirovahiyê

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ev 45 sal in bi berxwedana bêhempa pêşengiya azadiya gelan dike. Di vê rê de gelek berdêlên giranbuha hatin dayîn....

Berzanî çima bêdeng in?

Li himberî êrîş û êrîşkariya devleta tirk a bi taybetî li ser Başûr û Rojava, hema hema hemû dewlet û kesayetiyan hilwesta xwe nîşan...

Bi destê cerdevanan li Bestayê xweza tê talankirin

Bi destpêkirina şerê li dijî axa başûrê Kurdistanê re li çiyayên Besta, Cûdî û Gabarê jî cerdevanan dest bi birîna daran kirin. Li herêmên Qûrteka Pêşya û Kaniya Mîra bi destên cerdevanan darên ku tên birîn, bandorê li gundiyan dike.

Tirkiyeyê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên bi ser başûrê Kurdistanê ve di 17’ê nîsanê de dest bi şer kir. Bi destpêkirina şerê li dijî Başûr re li herêmên bi ser Şirnexê ve jî talankirina xwezayê ango birîna daran dest pê kir. Li herêma Besta, çiyayê Cûdî û Gabarê di bin kontrola leşkeran de cerdevanên gundên herêmê daran dibirin. Birîna daran bênavber berdewam dike û ev herêmên tên talankirin di bin navê “ewlehiyê” de jî hatine qedexekirin. Destûr nayê dayîn ku welatî biçin gund û herêmên xwe. Li qadên Qûrteka Pêşya û Keniya Mîra yên bi ser herêma Bestayê ve cerdevan daran dibirin û li kamyonan bar dikin û li bajarên cuda tên firotin. Her wiha hat gotin li vê herêmê kuleyên leşkerî hatine avakirin û herêmê çavdêr dikin.

Her wiha welatiyên li gundên Meydîn, Dêrşew, Spîviyan û Deştalala yên ku dikevin qûntara Çiyayê Gabarê jî destnîşan kirin ku dê li gundên wan jî dar bên birîn û derbixin ber îhaleyê. Her wiha hat diyarkirin ku komên Midûriyeta Daristan û Hawirdorê çûne gundan û gotine: “Hûn qebûl bikin jî qebûl nekin jî em ê van daran bibirin.”

Nesîme Kutlu (52) ya ku ji gundê Nêrveh ê li herêma Bestayê dijî tekildarî vê talankirina daran axivî.

Kutlu anî ziman ku jiyana wan li gund bi çandinî û sewalkariyê derbas dibe û wiha got: “Em debara xwe jî bi xwezayê dikin. Ev du sal in li herêma me dar tên birîn û şewitandin. Debara me bi sewalan e, îdareya sewalan jî bi xwezayê ye. Lê belê ji ber ku dar tên birîn em nikarin sewalan bibin biçêrînin. Ji ber darên tên birîn tu tişt nemaye. Ji ber vê talanê sewalên me zirarê dibînin. Her wiha ne bi tenê sewalên me, sewalên li daristanê jî gelek zirarê dibînin. Cihê wan ê jiyanê tê tunekirin û talan kirin. Hemû darên me yên fêkiyan hatin şewitandin. Cerdevan li herêma me daran dibirin. Keyayê gund jî ji ber hevalê wan e destûrê didin ku darên me bên birîn. Li herêmên ji Qûrteka Pêşya, Keniya Mîra û heta Bêlûze, Cênîbe û Şehrava ev du sal in dar bênavber tên birîn. Niha li herêma me Qûrteka Pêşiya û Keniya Mîra dar ji aliyê cerdevanan ve tên birîn. Ji destpêka havînê heta zivistanê li herêmê dar tên birîn. Bax û baxçeyên gundiyan hemû hatin tunekirin.”

Bi xwezayê re jiyna tê tunekirin

Kutlu destnîşan kir ku li dijî talankirina xwezayê divê hemû kes bertek nîşan bide û wiha domand: “Em destûrê nadin ji bo ku darên me bên birîn. Lê ew li dijî vê yekê jî diçin dibirin. Bêyî destûra me darên me tên birîn. Dibêjin ji bo ewlehiyê daran dibirin. Ma daran çi bi wan kiriye ku ji ber ewlehiyê dibirin. Debara me hemû ser xwezayê ye. Li gund ger ku em karê çandinî û sewalkariyê nekin em ê çawa debara xwe bikin. Xeynî vê karê tu karekî ku em bikin tuneye. Sala borî jî li vir dar hatin birîn û dîsa destpêkirine. Ji ber darên me tên birîn bondorek mezin li me dike. Dema dar û daristan tê tunekirin, jiyana me jî tê tunekirin. Niha ji ber xwezaya me tê talankirin em nizanin ku çawa sewalên xwe xwedî bikin. Bi zanebûn darên me dibirin. Di bin navê ewlehiyê de dibirin, lê armanca tunekirina xwezaya me ye. Dibêjin ‘darên ku me nebiriye em ê biçin wan deran jî bibirin’. Ger ku dar û daristan bê tunekirin jiyan jî tune dibe.”

Kutlu di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em dixwazin ev birîna daran bisekine. Çi ji xwezaya me dixwazin. Ji ber menfeatê xwe zirarê didin xwezaya me. Ev darên ku dibirin piştre dibin difroşin. Bi erebeyan tên ji vê heremê dibin. Ên vê gundê ji ber hemû cerdevan in ji birîna daran re bêdeng dibînin. Divê hemû kes xwedî li xwezayê derbikeve. Em li dijî talankirina xwezayê derbikevin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar