Ji dagirkeriyê têr nabin

Em ji bo dewleta tirk dibêjin dagirker. Lewma sedemên wê hene. Di dîrokê de gelek dewlet hene ku dagirkerî pêk anîne û ev yek...

Bêdengiya li dijî tecrîdê tenê dewletê xurt dike…

Herî dawî Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ji bo ku li ser SEGBÎS’ê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike serî li...

Ji dagirkeriyê têr nabin

Em ji bo dewleta tirk dibêjin dagirker. Lewma sedemên wê hene. Di dîrokê de gelek dewlet hene ku dagirkerî pêk anîne û ev yek...

Bêdengiya li dijî tecrîdê tenê dewletê xurt dike…

Herî dawî Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ji bo ku li ser SEGBÎS’ê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike serî li...
Şemî - 3 Kanun 2022

Ji dagirkeriyê têr nabin

Em ji bo dewleta tirk dibêjin dagirker. Lewma sedemên wê hene. Di dîrokê de gelek dewlet hene ku dagirkerî pêk anîne û ev yek...

Bêdengiya li dijî tecrîdê tenê dewletê xurt dike…

Herî dawî Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ji bo ku li ser SEGBÎS’ê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike serî li...

Bikaranîna çekên kîmyayî û dewleta binpirê

Çendîn sal in ku dewleta tirk li hember şervanên azadiyê çeken kîmyayî bi kar tîne. Heta niha bi sedan şervan cangorî bûne. A herî ji bîra mirov naçe li geliyê Tiyarê ye ku rojeke cejna qurbanê li hember şervanên azadiyê hatibû bikaranîn û komeke bi dehan kesan pêk dihat di encama vê qirkirinê de cangorî bûbûn. Dewleta tirk li ku derê dixitime û bi têkçûnê rû bi rû dimîne çekên kîmyayî bi kar tîne.

Di van salên dawîn de dewleta tirk tekbirin, îmha û qirkirina gelê kurd ji xwe re kiriye armanceke bingehîn. Du lingên vê armanca kirêt hene. Yek taktik e; desthilatdariya Erdogan dixwaze bi serkeftinekê ji bo hilbijartinê bi kar bîne ya din jî dijmanatiya kurdan a di kodên dewleta tirk de cih digire û li ser vê bingehê a stratejîk e ku dewleta tirk dixwaze peymana misaqa milî ji nû ve bigire dest, heta Musil û Kerkûkê Kurdistanê ji nûve dagir bike. Serê pêşîn di vê riyê de li berxwedana tevgera azadiyê asê dibe û ev gava pêşîn wê dixitimîne. Bi hemû hêza xwe giraniya xwe dide ser têkbirina tevgera azadiyê. Lê dîsa jî bi ser nakeve û hêzên devbixwîn her diçin hartir dibin. Weke sondxwerî careke din, careke din êrîşên xwe yên îmhayê diceribîne. Ji van êrîşan yek jî yên bi çekên kîmyayî tên kirin e.

Li gorî agahiyên eniya berxwedanê ya çekdarên azadiyê di navbera sê-çar salan de bi sedan êrîşên kîmyayî yên curbicur gazan û taktîk nukleer çêbûne. Tenê di navbera çar mehan de di encama van êrîşan de 47 gerîla cangorî bûne. Ji xeynî yên birîndar û seqet mane. Herî dawiyê NPG’ê cangorîbûna 17 şervanan ragihand.

Li ser vê agahiyê li nav û derveyî welêt hesasiyetek çêbû û mijar bi gelek awayan û derdoran hat protesto, nîqaş û lenetkirin. Bikaranîna gazên kîmyayî bi peymanên navneteweyî hatiye qedxekirin, kîjan dewlet û hêz bi çi hincetê van çekan bi kar bîne li hember mirovatiyê dikeve nav sûcê giran. Di salên piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn de bi peymana Cenewreyê bikaranîna çekên kîmyayî hatiye qedexekirin. Piştî rûxandina Hîroşîma û Nagazakiyê ev hesasiyet pir mezin bûye û peymanên heyî hatine qewîkirin. Lê gelek dewlet vê peymanê binpê dikin, dikare bê gotin ku serkêşên wan dewletan jî dewleta tirk e. Ji bo bikaranîna wan tu xeman naxwe û tu qedexeyan jî nas nake, kengî dikeve tengasiyê çekên kîmyayî bi awayekî bêperwa bi kar tîne.

Dewletên mutefîk û desthilatdar ên mezin dengê xwe ji Tirkiyeyê re dernaxin, weke ker, kor û lalan tevdigerin. Jixwe hin çekên kîmyayî û taktîk nukleer di enwantera NATO’yê de ne û bêyî riza NATO’yê nikarin bên bikaranîn. Berjewendiyên wan nahêlin dengê xwe bilind bikin. Jixwe mijar li ser kurdan be tu car mûyên wan li cihê xwe naleqe, bi vê helwesta xwe Tirkiyeyê teşwîqî pêkanîna sûcan, derhiqûqî û dermirovatiyê dikin.

Ji ber ku mijar germ e, ketiye rojeva navneteweyî dewleta tirk li meclisê, bi rêya wezîran, artêşê, generalên teqawit û derdorên din ketine nav hewldaneke înkarkirineke yekpare, bersivên sûcdarkirinê diyar dikin. Bêyî ku mijarê zelal bikin, bersiveke qanîker bidin, raya giştî bi bersivên xwe têr bikin, hewl bidin; der heqê kesên ku mijarê tînin rojevê, denge xwe bilind dikin û teşhir dikin de lêpirsînê vedikin. Bi vê re dixwazin vê helwesta îtirazker bitepisînin, hesasiyeta pêkhatî bêbandor bikin.

Ev helwesta dewleta tirk a klasik e. Bi taybetî jî heman helwesta dewletê ya ji aliyê desthilatdariya AKP û MHP’ê ve hatiye xurt û berfirehkirin a van bîst salên derbasbûyî… Em ji Geliyê Zîlan, Dêrsim, qetliyama 33 Guleyan, Maraş, Roboskî û yên din dizanin. Her gotine/dibêjin, derew e, me nekiriye, di destên me de ev çek nîn in. Car caran mezinên wan weke şerefekê îtiraf kiribin jî, weke Îhsan Sabrî Çaglayangîl, hefta borî weke Hûlûsî Akar dîsa jî înkareke tund nîşan didin. Ev neçariya wan e, sûcên xwe dinixumînin, înkar dikin. Di rastiyê de sergirtî sûcê xwe mikur tên. Êdî tiştekî bikin, tiştekî mantiqî bêjin nemaye. Tenê dikarin înkar bikin û weke jûjiyan tîrên xwe derxin. A herî erzan û bêrûmet ev e. Ew jî tercîha wan a sereke ye.

Van salên ku şîdet û zorbetî derxistine pêş û weke îbadet û ayetên pîroz persertiya wan dikin, êdî her tişt bêrûmet kirine, li erdê re dikişinin. Êdî devê tûrikê dewletê vebûye, kînor derbûye, cerehat, kêm û îltihap rijiyaye her derê; dizî, ruşwet, nelirêtî, mafyatî, şêlandin, tecawiz û nelirêtî û gemarên din jê derketine. Tu yekî jî qebûl nakin heman helwestê nîşan didin; nedîtine, nebihîstine, nizanin û bêdengî… Êdî rû nemaye, nemayîna rû bûye rûyê wan ê nipnû. Bi wî rûyî êrîşên xwe mezin dikin, diderewînin, bi qanûnên zorbetiyê dixwazin bêarî û bêrûmetiya xwe pîne bikin.

Tu car nehatiye dîtin ku dewleta tirk, bi taybetî jî desthilatdariya Erdogan rastiyên liberçav qebûl kirine. Ev qerekterekî wan e û xwe dispêre dîrokeke dûvedirêj.

Helbet wê bikaranîna bihezaran çekên kîmyayî qebûl nekin, kes jî li bendê nîn e ku qebûl bikin. Her çiqas dewlet sembola zilmê bin jî rûmet û heysiyeta her dewletekî misoger heye, divê hebe. Lê bi taybetî salên ku AKP ser desthilatdariyê ye dewlet hatiye kişandin bin pirê, rewabûna xwe winda kiriye. Çeqel, wawîk, çete, mafya, leşker, burokrat, wezîr, wekîl, serok û tevî binokên wan li bin wê pirê ne. Keşmekeş heye, pîsîtî heye, ciletkêş û kêrkêş tevî hev bûne, cerahat, kêm jê davêje. Ya ku nîn e tenê mirovatî û nirxên mirovatiyê ne. Jixwe di bin piran de ew nirx nîn in û bê wate ne.

Li aliyê din PDK û Rêveberiya Herêma Kurdistanê hem bi piştgiriya dewleta tirk û hem jî bi pêşîlêgirtina lêkolîn û lêgerîna heyetên navneteweyî yên sivîl û bêalî ku dixwazin bibînin çekên kîmyayî çiqas û çawa hatine bikaranîn, dibin hevparê vî sûcê rûreşî û dermirovahiyê. Ev helhewesteke sosret e û tu qalibên kurdbûn û mirovbûnê hilnayê.

Bila ew û hevparên wan di nav pîsîtî û cerahate de bigevizin. Bi vê rihetiyê sûcên xwe înkar bikin, her roj dîsa çekên kîmyayî bavêjin ser azadîxazan. Çerx her tim weke daxwaza wan wê nezivire. Bîra mirovatiyê jî kûr e, tiştên ketine wir tu car nayên jibîrkirin. Yên li dadgehên Nûrnbergê dihatine darizandin, çend meh berî darizandinê bi dengên wan Ewropa dihejiya, dinya dilerizî. Sedam kujerê Helepçeyê bû lê weke mişkan ji qulên bin erdê hate derxistin.

Înkarkirin û derewandin ne misogeriya dadweriyê ye. Berevajî bi awayekî din îtiraf e, qebûlkirina sûc e. Ev sûc û rûreşî ji kesekî re namîne.

Ew bi qerekterê xwe wiha ne lê divê îro li hember vê qirkirin û rûreşiya sûcên li dijî mirovahiyê kes bêdeng nemîne, çi ji dest tê bertekên xwe nîşan bide, vê rûreşiyê qebûl neke. Yên ku di bin bandora çekên kîmyayî de dimînin, jiyana xwe ji dest didin ji bo azadiya kurdan û nirxên mirovatiyê têdikoşin. Ancax dengê gur û xurt dikare vê bêdengiyê têk bibe û hê xurttir bike rojeva mirovatiya ku binpêkirina van nirxan ji xwe re dike xem. Ew rewş herî kêm qasî dengê çekên nemerdan xurttir dibe û dikare dengê înkarkirina wan bitepisîne. Li hember bêperwatiya dewlata tirk bibe bariyer, bibe asteng.

Nûçeyên Têkildar