Destana berxwedana mirovahiyê

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ev 45 sal in bi berxwedana bêhempa pêşengiya azadiya gelan dike. Di vê rê de gelek berdêlên giranbuha hatin dayîn....

Berzanî çima bêdeng in?

Li himberî êrîş û êrîşkariya devleta tirk a bi taybetî li ser Başûr û Rojava, hema hema hemû dewlet û kesayetiyan hilwesta xwe nîşan...

Destana berxwedana mirovahiyê

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ev 45 sal in bi berxwedana bêhempa pêşengiya azadiya gelan dike. Di vê rê de gelek berdêlên giranbuha hatin dayîn....

Berzanî çima bêdeng in?

Li himberî êrîş û êrîşkariya devleta tirk a bi taybetî li ser Başûr û Rojava, hema hema hemû dewlet û kesayetiyan hilwesta xwe nîşan...
Şemî - 10 Kanun 2022

Destana berxwedana mirovahiyê

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ev 45 sal in bi berxwedana bêhempa pêşengiya azadiya gelan dike. Di vê rê de gelek berdêlên giranbuha hatin dayîn....

Berzanî çima bêdeng in?

Li himberî êrîş û êrîşkariya devleta tirk a bi taybetî li ser Başûr û Rojava, hema hema hemû dewlet û kesayetiyan hilwesta xwe nîşan...

Dagirker hov in lê kurd jî ne bi hev re ne

Dewleta Îran di tengasiyê de ye. Piştî şehîkirina Jîna Emînî, hemû gelên Îranê, fars, kurd, ereb, belûcî û azerî bi hev re rabûn ser piyan. Di hemû bajarên Îran û rojhilatê Kurdistanê de, hemû aliyên civakê di raperînê de ne. Çi xizan û maldar, çi çepgir û rastgir yên li dijî rejîma hov in li malê rûnanin. Hemû bertekan nîşan didin, daxwaza azadiyê dikin.

Di raperînê de pêşengiya jinan li ber çav in. Dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ êdî bûye dirûşma hemû cîhanê. Ne tenê ev dirûşma ku daxwaza azadiya jinan dike, her weha dirûşma ‘Ji DÎktatoran re Mirin’ jî bi xurtî tê bîhistin. Hemû gelên Îran û rojhilatê Kurdistanê, kin û kurt bi biryardarî tevdigerin. Daxwaza gûherîneke mayînde dikin.

Ev daxwazên heyî û raperîna gelên Îran û rojhilatê Kurdistanê bû sedem ku rejîma hov careke din êrîş bibe ser başûrê Kurdistanê. Êrîşa roja 28’ê îlonê ya ku bi dehan muşek û dronan li ser baregehên hêzên Rojhilatê Kurdistanê hate pêkanîn, bêgûman bersîva raperîna li Îran û rojhilatê Kurdistanê ye. Ango Îran, bi vê bersîvê xwest ku pergala raperînê bêbandor bike û gel bi şereke dijwar bitirsîne.

Ev êrîş her weha bersîveke ji rayedariya başûrê Kurdistanê re. Ji xwe di belavoka artêşa Îranê de jî ev rewş bi eşkereyî tê xuyakirin. Bi awayakî gelek vekirî dibêjin, “Heke hişyariyên me neye gûndarîkirin û rayedarên bakûrê Iraqê hêzên Îranî bêbandor nekin ew ê êrîşên me bidomin.” Di ser de jî careke din hişyarî didin rayedariya başûrê kurdistanê. Bi gotineke din ew jî wekî dewleta tirk û dewletên din yên dagirker, çavsoriya xwe ya li dijî gelê kurd eşkere dikin. Bi gotineke din hemû kurdan tehdîd dikin.

Rast e, zextên li ser gelên Îran û rojhilatê Kurdistanê bi giştî ne û didomin. Lê şer li dijî gelê kurd tê tundkirin. Ev, tiştek din jî derdixe holê. Ew jî ev e ku êdî hemû kes dizane kurd, kilîda çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn in. Ji hemûyan baştir, dewletên dagirker vê yekê dizanin. Heke li Rojhilata Navîn pirsgirêka kurd were çareserkirin, ew ê gelek dîktatorî hilweşin. Ew ê çi dagirker nikaribin wekî berê tevbigerin û dijminatiya gelan bikin.

Ev raperîna dûmahî ji alî kurda tiştek din jî derxist holê. Edî eşkere dixwûye ku qedera hemû kurda girêdayî hev in. Çi kurdek azadîxwaz nikare bi tena serê xwe ji bandora dagirker û kolonyalîstan xilas bibe. Ev yek divê ji alî hemû kesan ve bi berpirsiyarî were nirxandin. Bi taybet jî divê rêxistinên kurd zêdetir bi berpirsiyarî tevbigerin. Gelek caran hatiye nivîsîn, carek din jî binivîsînim. Bêgûman kurd, bi taybetî jî desthilatdariya rojavayê Kurdistanê û başûrê Kurdistanê dikarin danûstendina li gel welatên devrûber bikin. Ji ber ku ew, mecbûr in pirsgirêkên gel çareser bikin. Ew mecbûr in zikê welatiyên xwe têr bikin. Lê ev her du desthilatdariya kurda jî tê de yek kurdekî azadîxwaz nikare li gel welatên devrûber li dijî aliyekî din ya kurda tevbigere. Yên rê dide neyarên kurda ku bi hêsanî bikaribin êrîşên gelê kurd bike, ev têkîliyên ne rast in. Dewletên devrûber, bi taybetî jî Îran û Tirkiye ji van têkîliyan derfet dibînin û bi her cûre teknîkan, bi her cûre bombeyan şerê kurdan dikin. Jin û zarok, sîvîl û şervan, pêşmerge û gerillayên kurda şehîd dikin.

Dibe ku hemû aliyên kurda wekî hev nikaribin li dijî dewletên dagirker şer bikin. Bêgûman, derfeta hemû aliyan ne wekî hev in. Lê hemû alî dikarin li dijî hevûdû tevnegerin. Ev berpirsiyariyek dîrokî ye. Divê hemû kurd, bi taybetî jî hêzên kurda bi vê berpirsiyariyê dtevbigerin.

Belê, derfeta kurda her diçe zêdetir dibe. Lê rastiyek din jî heye ku her carê neyarên kurda dikevin tengasiyê zêdetir har û dîn dibin. Ev tê wê wateyê ku, neyarên kurda dikarin qirkirinek mezin jî pêkbînin. Çi kesek nikare bêje, dinya rê nade tiştek weha. Hemû dewletên cîhanê li pey berjewendiyê xwe ne. Heta ku berjewendiyên wan nekevin xeterê mîlyonan însan jî werin qetilkirin dikarin dengê xwe dernexin. Ev jî bi me dide xuyakirin ku derfeta herî mezin ya kurda dînamîkên wan in. Divê em baş bizanin. Heke ev dînamîk bi aqileke hevbeş were bikaranîn, çi kesek nikarin pêşî li kurda bigrin.

Her çar beşên Kurdistanê di bin zexta dagirkeran de ne. Divê her çar beş bi awayekî stratejîk nêzî meseleyê bibin û pêşî li dagirker û kolonyalêstan bigrin.

Rêya xelasiyê tenê ev e.

Nûçeyên Têkildar