Ji dagirkeriyê têr nabin

Em ji bo dewleta tirk dibêjin dagirker. Lewma sedemên wê hene. Di dîrokê de gelek dewlet hene ku dagirkerî pêk anîne û ev yek...

Bêdengiya li dijî tecrîdê tenê dewletê xurt dike…

Herî dawî Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ji bo ku li ser SEGBÎS’ê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike serî li...

Ji dagirkeriyê têr nabin

Em ji bo dewleta tirk dibêjin dagirker. Lewma sedemên wê hene. Di dîrokê de gelek dewlet hene ku dagirkerî pêk anîne û ev yek...

Bêdengiya li dijî tecrîdê tenê dewletê xurt dike…

Herî dawî Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ji bo ku li ser SEGBÎS’ê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike serî li...
Şemî - 3 Kanun 2022

Ji dagirkeriyê têr nabin

Em ji bo dewleta tirk dibêjin dagirker. Lewma sedemên wê hene. Di dîrokê de gelek dewlet hene ku dagirkerî pêk anîne û ev yek...

Bêdengiya li dijî tecrîdê tenê dewletê xurt dike…

Herî dawî Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ji bo ku li ser SEGBÎS’ê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike serî li...

Dewleta tirk çima êrîşî kampa Holê kir?

Êrîşa dewleta tirk a li ser kampa Holê, plan û êrîşên wê yên demên borî ku dixwest bi rêyan çeteyan pêk bîne, bibîr xistin.

Dewleta tirk a dagirker di êrîşên xwe yên ku ji 20`ê mijdarê ve li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne de kampa ku malbatên çeteyên DAIŞ`ê û şaneyên wan ên veşartî jî tê de hene, dike hedef. Duh (23 mijdar 2022) dagirkeran kampa Holê ku bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞ`ê lê dimînin bombebaran kir. Piştî êrîşê komek çete ji kampê reviyan.

Vê êrîşê, nirxandin û nîqaşên wekî “Tirkiye dixwaze komên çete hemûyan di bin sîwaneyekê de kom bike û êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Ji bo vê yekê jî ji Efrînê heya Serêkaniyê çeteyan bi cih dikin û dixwazin hemû herêmê dagir bikin” bibîr xistin.

Wek tê zanîn di 13`ê cotmeha 2019`an de artêşa tirk a dagirker bi çekên giran û balafiran êrîşî derdora kampa Eyn Îsayê kirin. DAIŞ’iyên di kampê de jî agir bi konan xistin û bi sedan DAIŞ`î reviyan herêmên Girê Spî û Serêkaniyê. Her wiha di 20 çileya 2022`yan de li hemberî girtîgeha Sînaa ya li bajarê Hesekê ku çeteyên DAIŞ`ê tê ne êrîşeke berfireh pêk hatibû û hewl hatibû dayîn ku çete bên revandin. Lê hêzên ewlekariya herêmê ev hewildan pûç kiribû.

Di êrîşa zindana Sînaa de hin planlameyên çeteyan û dewleta tirk aşkera bûn. Li gor van planan; wê 3 korîdor bihatana vekirin. Korîdora yekemîn ji herêmên dagirkirî li ser xeta çiyayê Kezwana xwe bigîhînin Girtîgeha Sînaa, ji wir jî ber bi Holê û derbasî Til Koçerê bibin. Ya duyemîn; ji sînorê Iraqê bi taybetî jî rojhilatê Dêrezorê xwe bigîhînin Til Koçerê bû. Korîdora sêyemîn jî di ser çolistana Sûriyeyê re bû ku gelek şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê hewl da avê qut bikin.

Çeteyên Tirkiyeyê ji bin kontrola wan derdiketin!

Di meha cotmehê (2022) de komên çete yên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) derbasî herêma Efrînê hatibûn kirin. Piştre jî li Bab, Ezaz, Cerablûs, Serêkaniyê û Girê Spî bi cih kiribûn. Di nirxandinên ku ji aliyê pirsporan ve li ser mijarê hatibû kirin de, bal hatibû kişandin ku ev herêm hemû di bin dagirkeriya dewleta tirk de ne, lewma HTŞ nikare bê destûra wan derbas bibe. Dîsa hatibû gotin ku komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê pir perçeyî ne, ji kontrola wan derdikevin, ji ber wê Tirkiyeyê nikare plana xwe ya dagirkirina herêmên Bakur  Rojhilatê Sûriyeyê pêk bîne. Lewma dixwaze bi rêya HTŞ hemûyan di sîwaneyekê de kom bike û êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike.

Civîna serçeteyan a li Dîlokê

Balkêşe ku piştî bicihkirina HTŞ`ê, îstîxbarata tirk li bajarê Dîlokê bi hemû berpirsên komên çete re civîn çêkir û xwestin ku hemû kom wekî artêşekê bibin yek.

Li aliyê din hat fêrbûn ku dewleta tirk ji bilî komên ku bi aşkerayî destek dide, çeteyên DAIŞ`ê jî rêxistin dike. Ev yek jî bi îtirafên du çeteyên DAIŞ`ê ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatibûn derket holê. Çend roj berê hêzên ewlekariyê li herêma Şedade du çeteyên DAIŞ`ê girtin. Li gorî agahiyên rayadarên hêzên ewlehî her du çete karê peydekirina lojîstîk û çekan ji bo çeteyan dikin. Her wiha di îfadeyên xwe de gotine ku gelek çeteyên DAIŞ`ê di nava komên li herêmên dagirkirî de berpirsyariyê dikin, gelek ji wan li Tirkiyeyê ne û ferman ji şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şandine û xwestine dema êrîşek bêjahî ya dewleta tirk çê bibe ew jî xwe amade bikin. Bi taybetî planên li ser kampa Holê û girtîgehên ku çete tê de ne, pêk bînin.

Dema ev geşedan û êrîşa duh a li ser kampa Holê bi yek mijarê de werin nirxandin rewş hîn zelaltir dibe.

Çima Kampa Hole?   

Kampa Holê li başûrê bajarokê Holê yê parêzgeha Hesekê ye û nêzî sînorê Sûriye-Iraqê ye. 45 km dikeve rojhilatê Hesekê. Di sala 1991’an de ji aliyê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatiye avakirin. Cara yekem di Şerê Kendavê de ji bo penaberên Iraqê hat bikaranîn. Di dawiya sala 2015`an de Kampa Holê ket bin kontrola Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD).

Dema HSD`ê serweriya çeteyên DAIŞ`ê ya erdnîgarî li Baxozê bi dawî kir, bi dehhezaran çete û malbatên wan li vê kampê hatin bicihkirin. Çeteyan jî li kampê sûcên xwe yên îşkence, kuştin û hwd. devam kirin, lewma kamp wekî yek ji xeternaktirîn kampên cîhanê hat pênasekirin.

Li kampa ku ji 9 beşên sereke pêk tê, ji 52 welatan zêdetirî 54 hezar û 390 kes (welatiyên sûrî, penaberên Iraqê, zarok û hevjînên çeteyên DAIŞ’ê) hene.

Li kampê ji bilî bûyerên kuştinê komên çete dixwazin xwe ji nûve birêxistin bikin û pêywendiyên xwe bi derve re çêbikin. Di vê çarçoveyê de gelek caran hewildanên revîna çeteyan li kampê çêbûn. Lewma Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya HSD, YPJ/YPG`ê di 4`ê nîsana 2021`an û 25’ê tebaxa 2022`yan de li kampê operasyonên ewlekariyê pêk anîn. Di van operasyonan de têkiliyên dewleta tirk ên bi şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê re derketin holê. Gelek tunel hatin dîtin, serçete hatin girtin, cebilxane hatin desteserkirin. Ya herî balkêş jî li gel çeteyan alên Tirkiyeyê û cilên leşkerên wan hatin dîtin.

Tişta balkêştir ew bû ku di dema operasyona kampê de artêşa dewleta tirk êrîşên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijwartir kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar