Ji dagirkeriyê têr nabin

Em ji bo dewleta tirk dibêjin dagirker. Lewma sedemên wê hene. Di dîrokê de gelek dewlet hene ku dagirkerî pêk anîne û ev yek...

Bêdengiya li dijî tecrîdê tenê dewletê xurt dike…

Herî dawî Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ji bo ku li ser SEGBÎS’ê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike serî li...

Ji dagirkeriyê têr nabin

Em ji bo dewleta tirk dibêjin dagirker. Lewma sedemên wê hene. Di dîrokê de gelek dewlet hene ku dagirkerî pêk anîne û ev yek...

Bêdengiya li dijî tecrîdê tenê dewletê xurt dike…

Herî dawî Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ji bo ku li ser SEGBÎS’ê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike serî li...
Şemî - 3 Kanun 2022

Ji dagirkeriyê têr nabin

Em ji bo dewleta tirk dibêjin dagirker. Lewma sedemên wê hene. Di dîrokê de gelek dewlet hene ku dagirkerî pêk anîne û ev yek...

Bêdengiya li dijî tecrîdê tenê dewletê xurt dike…

Herî dawî Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ji bo ku li ser SEGBÎS’ê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike serî li...

Dewleta tirk li ser başûrê Kurdistanê enfalê dimeşîne

Zeki Çelebî, welatparêzek bakurî ji bajarê Wanê bû. Bi salan di nav têkoşîn û azadiya gel de, bi aweyekî çalak cih girt. Ji ber zilm zordarîya dewleta tirk û girtina li zindanê, wek bi sedan bakurî berê xwe da başûrê welatê xwe. Bakuriyen ku tên başûrê Kurdistanê, ev der wek welatê xwe, perçeyek welatê xwe dibînin. Lê rastiya Başûr ne bi vî rengî ye. Hêj despêka hatinê de, wan poşman dikin ku hatine başûrê Kurdistanê. Hin kes jî wan re dibêjin penaberên siyasî. Ev gotin zora mirov diçe. Çawa yek li welatê xwe wek penaber bê pênasekirin. Rastî ev e. Lê ev yek jî welat û rêveberiye vî welatî re rûreşiya herî mezin e. Wek kurd nayê dîtin.

Eger kurd bi hatina  dîtin, wê mafê hemwelatî bidana. Wek mirov wek însan wek mêvan nayê dîtin. Bi kinasî bakurî yên li Başûr ji aliyê rêveberiya başûrê Kurdistanê ve bêpenase ne. Ne kurd in, ne mirov in, ne mêvan in, ne penaber in. Ji ber vê yekê jî ne mafê wan ê penaberî, ne mafê kurdayetî, ne jî mafê mirovahî heye. Li başûr gelek bangladeşî û endonezî dijîn. Ew kes wek penaber, mêvan tên dîtin û xwedî gelek mafan in. Lê mafê bakuriyek li Başûr, wek yekê bangladeşî û endonezî  jî nîne.  Carna digirin carna jî cihê wî derdixin davêjin dersinoran.  Carna di nav du setereyan de 15 roj diçe tê heta ku were qebûlkirin. Herî dawî jî, konsepta kuştinê li hember wan dane destpêkirin. Peşî Ferhat Bariskondû,  Yasîn Bûlût îro jî Zekî Çelebî . Zekî Çelebî kesayetek  û mînaka  ber bi çav bû  ji bo  bakuriyên li Başûr jiyan dikin.

Piştê êrîşa li ser Zekî Çelebî,dewleta tirk li ser hev, êrîşê gelek cihên başûrê Kurdistanê kir . Tenê di navbera 2 rojan de  7 sivîl jiyana xwe ji dest dan.  Di êrîşa li ser Çemçemalê de, gundiyên bi navê Aram Hecî Kake Xan û Îsmaîl Îbrahîm jiyana xwe ji dest dan. Tê gotin ku her du kes ji jî Enfala Sadam Huseyîn bîrandar filitî bûn. Lê vê carê rastê Enfala dewlata tirk hatin.  Dîsa êrîşa li ser Mexmûr de, welatiyên bi navê Hecî Miraz Elî, jiyana xwe ji dest da. Dewleta tirk başûrê Kurdistanê bi seran ser kiriye qada şer. Li jêr bi hefkar, noker û qatilên bi kirê kirî, li jor ÎHA û SÎHA. Tenê ne êrîşê Qadên Parastinê Medyayê dike. Silemanî, Çemçemal, Pêncewîn,Soran, Rewandiz, Şengal, Mexmûr, Şeladizê, Amediyê… Hemû cih di nav êrîşên dewleta tirk de ne. Wek êrîşên Enfala Sedam Huseyîn, êrîşên hemû nirxê mirovahî û kurdayetî dike. Li ber çavê hemû cîhan li ser kurda enfal dimeşîne.

Dinya li hember vê yekê bêdeng e. Eger DYA, Ewropa van êrîşan ne pejirînin, ne ÎHA û SÎHA yê dewleta tirk, çivîk jî nikare li esmanên başûrê Kurdistanê bifire. Ji bo berjewendiye xwe dikarin hemû rûmet û nirxên mirovahî bifroşin . Ji ber ku pergala wan li ser firotin û kirîna mirovahî hatiye çêkirin. Ev êrîş hemî serwerî û rûmeta dewleta Iraqê binpê dike, lê tu helwest û bertek nîşan nadin. Ji ber ku dewleta Iraq, wek cenazeyek li ortê maye.

Helwesta herî ku mirov matmayî, aciz dike û dixe nava şik û gumanan, helwesta hêzên kurd ên li başûrê Kurdistanê ne. Di nav orta Silêmaniyê de, qatilên bi kirê kirî, milê xwe dihejin û qatliaman dikin lê tu helwest û bertek ji rêveberiya Silêmanî û hizp û hêzên siyasî dernakeve. SÎHA, ÎHA, tang, top û balefirên dewleta tirk her roj êrîş dikin, gundan dişewitînin, kurdan qetil dikin, malan bombe dikin, tecawize axa başûre Kurdistan dikin, lê ji hêzên Başûr deng dernayê . Eger demildest, hêzên siyasî ên başûr, rewşenbîr, ronakbîr û hemû pêkhatiyên başûrê Kurdistanê, li hember Enfala dewlata tirk dernekevin, ev hefkari û bêdengî, wê bi xwe re aloziyek mezin bîne. Jixwe dewlata tirk ji vê yekê dixwaze.

Hîn çavdêrên siyasî ên başûrê Kurdistanê, digotin ku li Zapê êrîşên dewleta tirk were şikandin, wê êrîşên cihê din bikin. Xuya ye ku li Zapê êrîş hatine şikandin û berxwedanek bêhempa heye. Disa xuya ye ku wê bi dizî xwe paşve vekişînin. Le çiqas veşêrin ji li Zapê têk çûyîn li her cihî têkçûyîne. Ev diyalektikek dîrokî ye. Disa xuya ye ku, wê rejîma AKP-MHP wê li her cihî êrîşên çavsorî bikin. Ji ber ku êdî bi temamî li ber têkçûyînê ne. Ew bibin topên ji agir û bibarin ji, tu kes nikare êdî wan xilas bike. Dawiya Enfala dawiya Sadam e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar