Destana berxwedana mirovahiyê

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ev 45 sal in bi berxwedana bêhempa pêşengiya azadiya gelan dike. Di vê rê de gelek berdêlên giranbuha hatin dayîn....

Berzanî çima bêdeng in?

Li himberî êrîş û êrîşkariya devleta tirk a bi taybetî li ser Başûr û Rojava, hema hema hemû dewlet û kesayetiyan hilwesta xwe nîşan...

Destana berxwedana mirovahiyê

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ev 45 sal in bi berxwedana bêhempa pêşengiya azadiya gelan dike. Di vê rê de gelek berdêlên giranbuha hatin dayîn....

Berzanî çima bêdeng in?

Li himberî êrîş û êrîşkariya devleta tirk a bi taybetî li ser Başûr û Rojava, hema hema hemû dewlet û kesayetiyan hilwesta xwe nîşan...
Şemî - 10 Kanun 2022

Destana berxwedana mirovahiyê

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ev 45 sal in bi berxwedana bêhempa pêşengiya azadiya gelan dike. Di vê rê de gelek berdêlên giranbuha hatin dayîn....

Berzanî çima bêdeng in?

Li himberî êrîş û êrîşkariya devleta tirk a bi taybetî li ser Başûr û Rojava, hema hema hemû dewlet û kesayetiyan hilwesta xwe nîşan...

‘Eger Tirkiye biryarên DMME’yê bi cih neyne, wê ji her alî ve bixisire’

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez tecrîda li Îmraliyê, qedexeya hevdîtina bi malbatê û parêzeran re û ‘mafê hêviyê’ ji ANF’ê re nirxand.

Bîlmez bal kişand ser cezayên dîsîplînê yên vê dema dawî li Abdullah Ocalan tê birîn û got, “Ev ceza ji aliyekî ve ji bo hinceta astengkirina hevdîtina bi malbatê re bê bikaranîn jî li aliyê din ji bo astengkirina ‘mafê hêviyê’ jî weke argûmanekê tê amadekirin. Biryarên dadgeriya înfazê ku bi heman rengî hevdîtina bi parêzeran re jî asteng dike, ji aliyê qanûnî ve bingeheke xwe nîne. Li dijî pîvanên giştî yên hiqûqê ye, di heman demê de li dijî xala qanûnî ya pêwendîdar a Tirkiyeyê bi xwe ye. Bi tu awayî rewa nîne, biryarên kêfî ne. Bûye 18 meh ku em nikarin bi tu awayî agahiyê ji muwekîlên xwe yên li Îmraliyê werbigirin. Mînakeke vê li cîhanê nîne.”

Parêzer Bîlmez işaret bi bandora tecrîda li Îmraliyê ya li ser tevahiya welêt kir û got, “Mirov êdî hêdî hêdî bi encamên tecrîda li Îmraliyê ya li ser xwe dihese. Lewma divê nerazîbûnên demokratîk jî bêne zêdekirin.”

Îbrahîm Bîlmez destnîşan kir ku têkoşîna demokratîk kengî di asta berxwedana Îmraliyê de hat meşandin, hingî wê pirsgirêk çareser bibin û wiha dewam kir, “Bi rastî jî li Îmraliyê 23 sal in berxwedaneke bêhempa heye. Abdullah Ocalan bênavber li dijî vê sîstemê têdikoşe û vê têkoşîna xwe jî li Îmraliyê di nava şert û mercên giran de dewam dike. Pêwîste civaka demokratîk vê bibîne û li gorî vê jî têkoşîna xwe xurt bike.”

Di dewama axaftina xwe de Îbrahîm Bîlmez biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li ser ‘mafê hêviyê’ axivî û got, “DMME dibêje, hûn nikarin cezayê girtîgehê yê girankirî li mirovekî bibirin, di vir de îstîsna nabe’. Di bersiva Tirkiyeyê de mîna ku henekê xwe pê bike, di heman demê de weke ku li xwe mikur bê, dibêje ku tenê li Abdullah Ocalan û girtiyên din ên siyasî cezayê girtîgehê yê girankirî hatiye birîn. Em hêvîdar in ku Tirkiye di demeke kin de wê ji vê şaşitiyê vegere.”

Bîlmez anî ziman ku tişta DMME dixwaze, guhertina tê hêvîkirin yanî ‘mafê hêviyê’ ew e ku piştî dema girtinê destpê kir di nava demeke maqûl de, ku sînorê vê nediyar e, 15 sal ya jî herî zêde 20 sal dibe; divê ev ceza ji nû ve bê nirxandin.

Di vê der barê de Bîlmez got, “Divê guhertina qanûnî bê kirin û mekanîzmayek bê avakirin. Bi rêya vê mekanîzmayê rewşa mirovê ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hatiye birîn ji nû ve bê nirxandin. Bi vî rengî jî wê rewşa wî mirovî ‘ji bo civakê bi zerar e, bi kêr tê’ bê nirxandin û ji nû ve biryar bê dayîn. Dibe ku biryara berdanê jî bê dayin. Ew kes wê azad bibe.”

Îbrahîm Bîlmez bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo başiya temamiya civakê xebitî, ji bo vê hewl da û got, “Dema ku derfeteke herî biçûk jî jê re hat dayîn, hewl da ku tavilê ji bo çareseriyê bi kar bîne. Di mijara çareseriya pirsgirêka kurd de haya xwe ji berpirsyarî û hêza xwe hebû, heye. Lewma ya pêwîst çi bû, kir û her gav avêt. Ji aliyê teorîk ve nexşe amade kir. Ji bo rêbazên çareseriyê pêşniyar kir. ji bo avakirina heyetên mîna mirovên aqîl, amadekirina raya giştî pêşniyar kir. Bi rengekî yekalî banga agirbestê li PKK’ê kir û ev bang jî bi cih hat anîn. Lewma miroveke ku ji bo civaka Tirkiyeyê ne bi zerar e. Berevajî, ji bo civaka Tirkiyeyê mirovekî heta dawiyê kêrhatî ye. Lewma mafê hêviyê mafekî girîng e. Tirkiye pêwîste di vê mijarê de guhertinan bike. Naxwe wê bibe welatekî welê ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi cih nîne. Tirkiye ji sala 2014’an û vir ve van biryaran bi cih nîne. Timî li demê belav dike, mijûl dike. Abdullah Ocalan jî her roj di nava şert û mercên giran ên îşkenceyê, li nava çar dîwaran li ber xwe dide, têdikoşe. Eger Tirkiye vê biryarê bi cih nîne dibe ku Konseya Ewropayê pêkanînan lê ferz bike. Dibe ku têkildarî Tirkiyeyê pêvajoyê bide destpêkirin. Em qala pêvajoyeke welê dikin ku dikare Tirkiyeyê bi temamî li derveyî Konseya Ewropayê bihêle. Eger tiştekî bi vî rengî bibe wê Tirkiye ji her alî ve bixisire. Wê were wê wateyê ku Tirkiye di lîga mafên mirovan de têk biçe. Ne tenê ev, wê aboriya wê jî têk biçe, Tirkiyeyê bigihêje asta hilweşînê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar