Destana berxwedana mirovahiyê

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ev 45 sal in bi berxwedana bêhempa pêşengiya azadiya gelan dike. Di vê rê de gelek berdêlên giranbuha hatin dayîn....

Berzanî çima bêdeng in?

Li himberî êrîş û êrîşkariya devleta tirk a bi taybetî li ser Başûr û Rojava, hema hema hemû dewlet û kesayetiyan hilwesta xwe nîşan...

Destana berxwedana mirovahiyê

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ev 45 sal in bi berxwedana bêhempa pêşengiya azadiya gelan dike. Di vê rê de gelek berdêlên giranbuha hatin dayîn....

Berzanî çima bêdeng in?

Li himberî êrîş û êrîşkariya devleta tirk a bi taybetî li ser Başûr û Rojava, hema hema hemû dewlet û kesayetiyan hilwesta xwe nîşan...
Şemî - 10 Kanun 2022

Destana berxwedana mirovahiyê

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ev 45 sal in bi berxwedana bêhempa pêşengiya azadiya gelan dike. Di vê rê de gelek berdêlên giranbuha hatin dayîn....

Berzanî çima bêdeng in?

Li himberî êrîş û êrîşkariya devleta tirk a bi taybetî li ser Başûr û Rojava, hema hema hemû dewlet û kesayetiyan hilwesta xwe nîşan...

Gurbetellî Ersoz: Dilê xwe li hemû çiyayan neqişand -1

Gurbetellî Ersoz ku yekemîn gerînendeya giştî ya Tirkiyeyê ye, di dîroka 7’ê Cotmeha 1997’an de li çiyayên ku dilê xwe li wan dineqişand, jiyana xwe ji dest da. 7’ê Cotmeha ku salvegera şehadeta Gurbetellî Ersoz e, di heman demê de Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd e. Gurbetellî Ersoz a bi zanabûn û terzê jiyana xwe ji bo hemû jinan bi taybetî ji bo jinên rojnamevan bûye çirayeke jiyanê, di salên 1990’an de şewitandina gundan, komkujî, windayên kiryar nediyar û di wan deman de hemû ew kiryarên dewleta tirk li Kurdistanê dikir bêtirs di rojnameya xwe de dida dîtin û vedigot. Gurbetellî Ersoz ku li dijî feraseta yekparêz ruhê xwe yê têkoşînê derbasî ragihandinê kir, hat girtin, berdan, dîsa vegeriya rojnameyê û piştre berê xwe da çiyayan û di wê rêwîtiyê de dilê xwe li çiyayan nexişand.

Gurbetellî Ersoz bi ber zextên zêde, biryara xwe da ku têkoşîna xwe li çiyayên Kurdistanê bide meşandin û di sala 1995’an de tev li nava gerîlayan dibe. Di 7’ê Cotmeha 1997’an de li herêma başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dide. Rojnivîska ku di navbera salên 1995 û 1997’an de nivîsî, piştre pirtûka bi navê “Rojnivîska Gurbet Min Dilê Xwe li Çiyayan Neqişand” hat çakpkirin.

Naskirina Gurbet naskirina jinan e

Di pêşgotina pirtûkê de der barê Gurbetellî Ersoz de ev gotin cih digrin: “Naskirina Gurbet ango Zeyneb; tê wateya naskirin û fêmkirina jinên kurd ku di rêya azadiyê de pêşketin û ezmûnên mezin dijî ye. Lê nivîsa wê ango rojnivîska wê ne tenê aydê wê ye. Zeyneb ango Gurbet bang li hemû mirovan dike. Timî qala nirxên mirovan û dilpakiyên mezin dike. Hesreta xwe ya neteweya kurd, hêvî, hêrs û hezkirinên xwe di rûpelek de bi nazikî dinexşîne.

Gurbet prototîpa jinên azad diafirîne

Ew jina azad, ew hevrêya min. Ew ê li wir heta dawiyê zindî bimîne. Divê teqez nivîsên Gurbetellî bên xwendin. Ji ber ku ev nivîs beşek girîng a şoreşa Kurdistanê nîşan didin. Di şert û mercên newekhev de serkeftina mûcîzevî ya bawerî û hêviyê ya li hemberî pere, madiyat û teknîkê aşkera dibe. Gurbet prototîpa jina nû û jina azad e ku şoreşa Kurdistanê afirandiye ava dike. Tiştên Gurbetellî nivîsandine; efsûna gihandina şoreş, azadî, rizgarî û bûyîna ‘welatîbûnê’ jî ye.

“Bila sonda me be dê ev cîhan biguhere”

Di heman demê de di pirtûkê de bal tê kişandin ku rojnivîska Gurbetellî Ersoz belgefîlmeke e. Di pirtûkê de ji xweşiktiya xwezaya Kurdistanê bigre heta helbestan, ji potreyan heta birayê wê yê bijîjk Orhan Ersoz gelek vegotin hene. Gurbetellî Ersoz der heqê rêwîtiya xwe ya ji bo çiyayan de vê helbestê nivîsandiye: “Ax Kurdistan ax, çima qedera te reş e, yan qedera me, bila sonda me be wê biguhere, aliyê jor ê çepê bakurê Kurdistanê ye, pişta min Rojavayê Kurdistanê, aliyê min ê rastê jî başûrê Kurdistanê ye, her sê xalan dibînim. Dijminê hov, ma malbatek, neteweyek wiha tê parçekirin, perçiqandin û bi mirinê mehkûmê jiyanê tê kirin?”

“Ev der bihuşt e ev der Kurdistan e!”

Gurbetellî Ersoz di beşeke pirtûka xwe de heyraniya xwe ya ji bo çiyayên ku gihîştiye wan, bi van hevokan vedibêje: “Bihuşt e, lingê yekem ê welat bihuşt e, cara ewil ewqas kûr ji hemû hucre û hestiyên xwe hîs dikim ku gihîştime welatê xwe Kurdistanê. Li gori heval dibêjin bêyî ku rawestim qîriyam. Ev der bihuşt e, heval bihuşt e, ev der Kurdistan e. Bibezin heval bibezin bihuşt e bibezin, bibezin bihuşt e, bibezin ber ava bêhempa, bibezin ber daran bihuşt e her der bihuşt e. Kesên ku deng û qirîna min bihîstin û hevalên ku ji pişt min ve dihatin hemû westiyan, xwe ji bîr kirin û dest bi bezê kirin. Di nava jinan de pêşî ez û Leyla gihîştin cihê stargehê. Min hemû hêza xwe bi kar anî, dîsa nekeve, serê te dizivirî lê nekeve, mafê te tune ye ku bala hevalên xwe bikşînî, wextê wan bigrî. Diranê xwe bijdîne, êşan ji bîr bike, li ber xwe bide û dûre gîhiştim.”

“Deynê min giran e, pêwîst e bidim”

Gurbetellî Ersoz di pirtûka xwe de dibêje ku li çiyayan gelek kesên ku wê nas kirine dîtine û dibêje: “Gelek kesên ku min nas dikin derdikevin. Ji wir an jî ji vir. Gelek kes nas dikin, kesên ku ji 90’i nas dikin, dibihîzin hene. Naskirin ji aliyekî ve baş e û ji aliyê din ve jî nebaş e. Divê tu layiqê vê yekê bî, bersivê bidî bendewariyan. Bi vê wateyê mîna gotina hevalê Fuat deynê min giran e divê bi xebateke zêde bidim. Dr. Agir, rêhevalê giyan, nirxê min ê pîroz, ez ê heta dawî girêdayî bîranînên wî bim, şehîd, nemir in û gelek rêhevalên şehîd, nemir in û yên ku weke di vê rêwîtiya deh rojan de ji kêleka min dûr neketin, bûn çavkaniya coş û moralê û ji xwe re mînak digrim. Ên mînak digrim hene û yên ku neyên jibîrkirin hene. Ewqas gelek kesên ku bi dîtinek ji te bi bandor dibin û li ser şehadetê bi dil û can girêdayî têkoşînê ne hene.”

“Şoreş serkeftina li dijî zehmetiyan e”

Gurbetellî Ersoz di pirtûka xwe de bi gotinên; “Pir girîng bû ku mirov kêlî bi kêlî, roj bi roj bijî têbigihîje biserxistina tiştên zehmet şoreş e, afirandina xweşiktî û vê di xwe de biserxistin mimkun e” wiha berdewam dike: “Ji nû ve azadî û koletiyê û di her helwest, sekin û gotinê de serdestkirina vê gelekî girîng bû. Ez dikarim bibêjim ku ez nû gihîştim hişmendiya rêxistinbûnê û ya herî balkêş min şerê ku Rêbertî dida di van qadan de bi awayekî pir zelal dît. Ez diyarkirina Serokê Partiyê ya “Divê tu bi yekbûna çiya û welat re xwe bibînî ” esas girt. Serokê min welat, çiya bandorker in. Li vir kesayet pir bi zelalî derdikevin holê, bi qasî qelsiyan, diyar dibe ku hêza te ya esasî çi ye. Her ku hêza ramanê bi pêş dikeve û pratîze dibe, azadî jî wateya xwe dibîne. Berê çiya di dilê min de bûn lê min dît ku neqişandina dilê xwe ya li çiyayan şer e. Di hawirdora bedewiya bêdawî de, li dijî ên ne xweşik şer dijwar e; wek esaleta laleyên di  zinaran de şîn dibin. Şerê piralî bi rastî jî bihêz dike ku ew di fizîka min de jî xuya bû.”

“Afirandina bedewiyê hezkirina rastîn e”

Gurbetellî Ersoz a da zanîn ku piştî salan rastiya PKK’ê fêm kiriye û bi van gotinan balê dikşîne ser polîtîkayên şerê taybet: “Ez kêm be jî ne rewşenbîr im, têgihîştina min a şoreşgeriyê jî baş e. Ez bawer dikim ku min di mijara hezkirina mirovan de di nava xwe de pêşketinek çêkir. Berê hezkirina min a mirovan li gorî têgihîştina rewşenbîriya biçûk-burjûwa bû. Ya xweşik, baş dihatin hezkirin lê afirandina ya bedew hezkirina rast bû. Afirandina hezkirin, afirandina ya tê hezkirin, bi ked û azweriyek mezin afirandina mirov… Bi taybetî li qada Başûr ku herî zêde şerê bidawîkirina mirovahiyê tê kirin û hemû rêbazên şerê taybet tên bikaranîn; şerê ji nû ve afirandina mirovan hin zêdetir dijwartir e lê bi heman awayî watedar e. Niha jî bi lez û bez hewl tê dayîn destpêkê ciwantî ji ve rewşa ketî bê rizgarkirin kirin. Şerê taybet ne tenê dixwaze karê me yê niha pûç bike, dixwaze neteweyek ku di demeke dirêj de hatiye tunekirin, di heman rewşê de bihêle. Di mirovên ku hêviyên wan winda bûne de hêviyek, bawerî, daxwaza jiyanê, lêgerîn afirandin û ji bo vê jî şerekî mezin ê îdeolojîk meşandin aliyê herî dijwar ê şerê me ye.”

“Divê em mafê xwe yê jiyanê ji nû ve lêpirsîn bikin”

Gurbetellî Ersoz di pirtûka xwe de bi pirsa: “Gelo helwest û rewşa me ya li dijî jiyanê, mirovî ye?”, cih dide van gotinan: “Xwedîbûna dozeke mezin û bilind, yezkirina jiyanê. Ma dibe bê fikîrin ku jin ji zayenda xwe hez neke? Çima dema tê gotin hezkirin, hezkirina zayenda din tê bîra me? Ma hezkirinek bi vî awayî dibe? An kesê ku wek min jê hez bike nedîtî be! Erê, dem bi dem kesên ku kêfa tê jê re tê û tê ecibandin çêbûne lê hezkirin tune ye! Ez ê we û wan bidim jiyîn. Wek Agir! dema em li bersiva pirsa ‘Divê em çawa bijîn?’ digerin, dema şerê afirandina ferdên wî didin, li aliyê din û yê herî girîng jî divê em jiyana xwe biparêzin. Divê em mafê xwe yê jiyanê ji nû ve lêpirsîn bikin. Em çiqas heqê jiyanê  didin, em çiqas nûnertiya jiyanê dikin! Aliyên me yên mirî çiqas in?”

Çavkanî:JINHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar