Ji dagirkeriyê têr nabin

Em ji bo dewleta tirk dibêjin dagirker. Lewma sedemên wê hene. Di dîrokê de gelek dewlet hene ku dagirkerî pêk anîne û ev yek...

Bêdengiya li dijî tecrîdê tenê dewletê xurt dike…

Herî dawî Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ji bo ku li ser SEGBÎS’ê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike serî li...

Ji dagirkeriyê têr nabin

Em ji bo dewleta tirk dibêjin dagirker. Lewma sedemên wê hene. Di dîrokê de gelek dewlet hene ku dagirkerî pêk anîne û ev yek...

Bêdengiya li dijî tecrîdê tenê dewletê xurt dike…

Herî dawî Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ji bo ku li ser SEGBÎS’ê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike serî li...
Şemî - 3 Kanun 2022

Ji dagirkeriyê têr nabin

Em ji bo dewleta tirk dibêjin dagirker. Lewma sedemên wê hene. Di dîrokê de gelek dewlet hene ku dagirkerî pêk anîne û ev yek...

Bêdengiya li dijî tecrîdê tenê dewletê xurt dike…

Herî dawî Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ji bo ku li ser SEGBÎS’ê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike serî li...

Jin jiyan azadî

Ji dîrokê heta niha hertim jin hatiye kolekirin. Zihniyeta zilam hertim jin xirab dîtiye û ji bo wê kontrol bike hertim xistiye kategoriyek ji derveyî mirovtiyê. Ev tirsa heyî çavkaniya xwe ji çi digire? Ka em bi hevre hinekê temaşeyî zêhnê xwe yê aqlê zilamtiya serdest bikin. Zilam hertim berhevkariyekê dike û di her alî de dibîne ku bilindbûnekî ya jinan heye. Di her warî de jin ji zilaman xurttir e, xweragiriya wan zêdetire û bi hêztir e, heta 5 salan ji zilaman jî zêdetir jiyan dikin, ev bi hertiştê xwe ve hatiye îspat kirin. Ji zilaman kêmtir nexweş jî dikevin, dema nexweş dikevin jî ji zilaman zûtir xwe tedawî dikin. Rêjeya xwe întîhar kirinê ya zilaman ji ya jinan zêdetir e. Rêjeya dînbûnê jî ya zilaman zêdetir e, rêjeya cinayet kirinê ya mêran jî sed qatê zêdetirê jinan e.

Tevî van hê jî zilam xwe ji ser jinan dibîne. Ji ber ku zilam vê dibîne, hewildana wê biçûk xistinê dide. Zoriyê lê dike, zalimtiyê lê dike, şidetê lê dike û fikrê şaş yê ku zilam ji jinan jortire di fikrê wê de bi cih dike. Di dîrokê de bi dehan nimûneyên ku piştî hevserê wê miriye jin neçar mene ku xwe bikujin di rûpelên dîrokê de jî xuya dikin. Yan jî li pey zilamên wan bi milyonan car jin hatîne şewitandin, binax kirin. Tu bi hêz î, jin bêhêz e, jina narîn xwe dide kuştin, zilamê bi hêz jî hêsinên giran radike û mêr dibe bi hêz, çi xweş îşe.

Gelek cureyên hêzê hene. Hêzek pir mezin ya heskirinê heye. Mînak neh mehan zarokek di rehma xwe de girtin, xweragirî, hêz, bawerî û heskirin. Tu zilam nikarin vê bi ser bixin. Dibe bi rehmên çêkerî çend zilaman ev ceribandin û aqubeta wan hîna jî ne diyar e, hinekan xwe întîhar kir, hineka ji ber xwe bir, hinek jî dîn bûn. Ruhek, laşek, mejiyek, canek dana ruhek din pir zor e. Bi hemû hêza xwe ya dil can dide wê zarokê, dema ji dayîk jî dibe hemû enerjî û hêza xwe dide mezinkirina wî zarokî. Ev di cîhanê de tişta herî zore. Bila Bill Gates û zanyarên cîhanê xwe fêrî zarok mezinkirinê bikin. Li ser Marsê tur avêtin ne tişteke, ev we hîn bi hêztir nîşan nade.

Zarokek biçûk wê di nav demjimêrekê de we li erdê bide; ne di cihê xwe de disekine, ne jî dihêle tu bisekinî. Tenê şevekê bi zarokekê re bimîne yan wê ew te bikûje yan tuyê wî bikujî. Ew ewqasê nû, zelal û hertiştî dixwazin bikin, wê nava çend deqan de te li erdê bide. Bi pirsên xwe wê fikre te li binguhê hev bixe. Tenê hêza dayîkê têra vê heye. Ev hêza dayîkê pir cudatire ji hêzên we. Hêzek ya talankirinê heye û hêzek ya xuluqkariyê heye, hêzek ya ji nefretê tê hêzek ya ji heskirinê tê. Heskirin, bawerî, xweşiktî, ji dilbûyîn, rastî, durustbûn, evane giştî çawaniyên aydê jinan in. Di demboriyê de hertişt bi çawaniyên zilam re meşiyaye. Ev tiştekî xwezayiye ku di şer de heskirin kêrî tiştekê nayê, rastbûn, xweşiktî, bawerî kêrî tiştekê nayê. Di şer de pêwîstî bi nefret, kîn, hêrs û dînbûnê heye. Di sê hezar salan de mirovan pênc hezar şer dane avakirin. Ev jî hêzeke û ne hêzekî aydê mirovaneye. Ev hêz hêza ku ji lawiriya me ya berê weke mîrasekê ji me re mayî ye.

Li aliyê din niha ev şaş tê fêmkirin û teqlîtkirinek pêş dikeve; jin dixwaze bişibe zilam û zilam jî dixwaze bişibe jinan. Ev teqlîtkirinekî pir xirab e. Zilamê ku cînayetê dike, aqlî dide pêş, şeran dixuluqîne, çekên nûkleerî û atoman dide avakirin, jin jî xwe tîne wê astê dibêje ez jî dikarim vana bikim û di gelek cîhên wisa de kar dikin. Di rastiyê de ev nêzîkatiyekî yê aqlê zilam e. Bi mafên sexte dixwazin jinan bişibînin aqlê zilamê serdest û ger guhertinek were kirin û maf bidin jinan jî wê li ser vî bingehî be û dîsan aqlê paşverû wê serdest be.

Ne hiştina jinan ya çûna perwerdê, azadiya wê ya di aliyê aboriyê de destur nedan, ji mal derneketin, pora xwe neberdan û ew xistina hevseke malê de yek jî konsepta ku xwe li ser jinan re dîtinê ye. Zarokê xort yê ku digirî û em jê re dibêjin te xêre tu weke keçkan digirî jî konseptek ya jin biçûk xistinê ye. Keçek dikare bigirî ji ber ku ew bê hêze û ji te ketîtire. Divê tu negirî tu zilamî, rondik barandin ne karê te ye û zarokên biçûk rondikên xwe dide sekinandin. Guhdarkirina jinekê pir ji rêzê tê û fikrê wê ecibandin jî qet nepêkane. Ger guhdariya wê were kirin û jîrtiya xwe bîne ziman wê cîhaneke hîn cudatir were avakirin. Cudabûna jin û zilaman heye lê kes ji kesekê ne jortire. Ji ber ku fikrên cuda hene jiyan xweş e. Kes ne li jor e, kes ne li jêr e tenê ji hev cudabûnek ya wan heye.

Zilam divê fêr bîbe ku wê çawa were heskirin, divê fêr bibe ku çawa dil pêwîstiyeke û aqil jî divê bi wê re tevger bike. Jin jin e û zilam jî zilam e; berhev kirin ne mijara gotinê ye jî, wekhevî jî ne mijara gotinê ye. Ew ne dikarin wekhev bin ne jî wê wekhevbin jî, ew bê hempatiyek in. Dema mêr cihê xwe  zanibe wê hemû şer, dewlet, kuştin, tecawuz ji holê rabe, wê cihê xwe ji heskirin, aramî , xweşiktiyê re bihêle.

Lê heta niha hertim zilam serdest e û jinan ji dervayê jiyanê tên hiştin. Ji ber ku ew tune tê hesibandin, her tim pevçûn, kuştin, talankirin û şer heye. Enerjiya zilam hertim bi fikrê ku em aşitiyê dixwazin hewildanan dikin lê berevajî vê tenê xwe ji şer re amade dikin. Hertim ji bo aştiyê biparêze fikrê ku divê şer bike dide pêş. Temaşeyî vê bikin; divê em herin şer bikin yan berevajî vê wê aştî çênebe, ji bo em aştiyê bi destbixin em şer dikin. Bi hezaran sale bi vî fikrî em diçin şeran li dardixin û aştî pêknayê. Rojek bê şer nayê jiyan kirin. Rojekê li Amarîka, rojekê li Îraqê, rojekê li Rûsya, Çînê, Vîetnam, Ukrayna û hwd dîsan jî şer berdewam dike. Hemû îdeolojiya wan bi zîhniyeta zilam tê astengkirin. Jin xweşiktiyekî bêhempa ye, ji wê ditirsin û dijî wê derketin li dijî xweşiktî, heskirin, bawerî û azadiyê hatine. Tundî jî ji bêheskirinê tê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar