Ji dagirkeriyê têr nabin

Em ji bo dewleta tirk dibêjin dagirker. Lewma sedemên wê hene. Di dîrokê de gelek dewlet hene ku dagirkerî pêk anîne û ev yek...

Bêdengiya li dijî tecrîdê tenê dewletê xurt dike…

Herî dawî Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ji bo ku li ser SEGBÎS’ê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike serî li...

Ji dagirkeriyê têr nabin

Em ji bo dewleta tirk dibêjin dagirker. Lewma sedemên wê hene. Di dîrokê de gelek dewlet hene ku dagirkerî pêk anîne û ev yek...

Bêdengiya li dijî tecrîdê tenê dewletê xurt dike…

Herî dawî Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ji bo ku li ser SEGBÎS’ê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike serî li...
Şemî - 3 Kanun 2022

Ji dagirkeriyê têr nabin

Em ji bo dewleta tirk dibêjin dagirker. Lewma sedemên wê hene. Di dîrokê de gelek dewlet hene ku dagirkerî pêk anîne û ev yek...

Bêdengiya li dijî tecrîdê tenê dewletê xurt dike…

Herî dawî Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ji bo ku li ser SEGBÎS’ê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike serî li...

Jîna Emîne û Dîktatoriya Îranê

Polîsên rejîma Îranê yên bi navê Îrşad (Polîsên Exlaq) keça kurd Jîna Emînî bi roj li ber çavên her kesî kuşt.

Jîna Emîniyê zanîngeh qezenc kiribû, ji bo wê çûbû Tehranê. Ji ber ku porê wê gişt ne di bin şerpûşa wê de bû, nasname jê xwestin û lê xistin, li erebeyê siwar kirin, birin şaxa polîsan. Li wir jî îşkenceyê dewam kir û rewşa Jîna Emînîyê giran bû, li nexweşxaneyê ji derba polîsan mêjiyê wê sekinî û bi destê polîsên rejîma Îranê hat kuştin. Dîmenên kuştina wê di TVyên dinyayê de weke hovîtiya rejîma Îranê eşkere hatin weşandin.

Emînî xwendakareke 22 salî bû. Bi hêviya xwendina zanîngehê tevî birayê xwe li Tehranê bû. Li gorî qanûnên Îranê tu sûcekê wê tune bû. Sûcê wê tenê ev bû ku porê xwe çar tiliyan vekirî hiştibû. Ev yek rastî rik û hovîtiya polîsên rejîmê hat, keça ciwan a kurd hem ji hêviyên wê kirin hem jî ji vê dinyayê…

Ji ber çi ev qas hovîtî, ev qas bêtehamulî?

Rejîma Îranê ev 43 sal in bi navê şerîeta îslamê dîktatoriya xwe aşkera kiriye û çi li dijî vê rejîmê dibîne bi ceza dike; recm, îdam, girtîgeh û îşkence. Di bin navê sûcê muxalefetê de mirovan dadirizîne, cezayê îdamê dide û bê navber îdam dike. Heta îro rejîma Îranê kesayetên weke Ferzad Kemangerî, Raman Huseyîn Penahî, Lokman Mûradî, Zencar Mûradî, Qadir Mihemed Hesen, Heyder Kûrbanî, Shoeîla Abedî (jin), Reyhanî Cebbarî (jin) di nav de bi dehan kes îdam kirine. Dîktatoriya Îranê kesên ji bo rejîma xwe, ji bo qanûnên xwe xetere dibine recm, îşkence û ceza dike. pê re hovîtî û dermiroveye bêmînak jî derdikeve holê, weke bûyera Jîna Emînîyê ku hemû dinya û alemê dîtiye.

Ew dîktatoriya ku ji mirovan re ji bo qanûnên xwe yên sosret îşkence, recm, kuştin û îdamê rewa dibîne gelo di nav xwe de rejimeke yekgirtî ye? Serwêriya xwe çawa bi rê ve dibe? Bi rastî rejîma Îranê durû ye û ji ber vê jî rizyaye. Rejîma Komara Îslamê ya Îranê çi qedexe kiriye û bi şîdet diçe ser, wan hemûyan bixwe binpê dike û lê riayet nake. Fihûşa herî zêde, tiryak û madeyên hişbiriyê, araq û vexwarinên serxweşiyê, bertîl, gendelî û nelirêtiyên herî zêde û gelek nelirêtiyên weke wan li Îranê serbest in. Lê belê ne ji bo gelê Îranê yê bindest û kedkar; fars, azerî, kurd, ereb, belûcî û yên din. Her tiştên sosret bi destê rêvebirên rejîma Îranê ango ayetulah, mele û burokratên rejîmê, stixbarat û polîsên wan tê meşandin. Çavdêr û gerokên diçin Îranê dişopînin diyar dikin ku li Îranê tu tişt ji bo desthilatdarên Îranê qedexe nîn e. Bazirganî, neqliyat, depokirin, kirîn-firotin bi destê wan pêk tê. Çavdêr û şopdarên kurd û tirkan baş tê derxist ku ev kiryar yek bi yek weke kiryarên rejîma Erdogan û Baxçelî ne. Rejim rizyaye, ji navê ve çûye lê bi zorê li ser gelên Îranê hukmê xwe dide ajotin. Îran kiriye girtîgeheke servekirî, barê ambargoya rojava li ser pişta gelên Îranê xistiye, heta qulpa kemberê ya dawî dişidîne û diguvêşe, nîzameke dij demokratik pêk tîne.

Kuştina Jîna Emîne jî yek encamên vê rizînê ye. Dîktatoriya Îranê xwe spartiye qanbûnên şerîetê, şîdeta li ser jinan bilind dike, bi darizandinên namûsê jinan bi saxî çal dike û bi şîdeta recmê re rû bi dihêle. Tev qanên Îranê ji bo serweriya meran hatine amadekirin. Yanî jin kirine mehkûmê jiyanê. Qaşo bi destên polîsên exlaq li dijî jinan çalak e lê bêexlaqiya herî mezin jî çawa ku me li jor diyar kir rejim bixwe dike. Lê ev durûtiya mezin nikare encama kuştin û şîdeta li ser jinan biguherîne; her kuştina jinan rewa tê dîtin.

Lê îcar!.. îcar kuştina Jîna Emîneyê li hember kuştina jinan û di binyata xwe de yekpare şîdeta li ser civakê bû dilopa dawî, av ji tasê fûriya. Li seranser Îranê û cîhanê bertekên mezin; meş, xwepêşandan, protesto û hwd. pêk hatin. Di serî de rojhilatê Kurdistanê, li Îranê posterên Humeynî û rayedarên Îranê û serpûşên li jinan tên spartin hatin şewitandin. Cara pêşîn bû ku mêr û jinan ji bo dermirovahî û neheqiya li ser jinan hatiye ferzkirin ew qas bi girseyî û berfireh li her qadên bajarên Kurdistanê, Îranê û cîhanê protesto kir. Cara pêşîn bû li Îranê li bajaran dirûşma “Jin Jiyan Azadî” hat avêtin.

Jîna Emînî li Îranê ji bo îtaet û bêdengkirina jinan hat qetilkirin.

Lê kuştin û qetla wê bû deng, raperîn û serhildaneke berfireh. Nefreta li dijî rejîma Ayetulahan li kolan û sûkên bajarên Îranê bilind bû. Jîna Emînî bû aleke berxwedanê di dilê gelên Îranê de berginda xwe dît. Çawa agirê Zekiye Alkanê li bircên Amedê pê xistibû û seranser li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê bû meşaleya destê kurdan, wisa jî Jîna Emînê li Îranê bi girseyî ew agir dada. Dirûşma “Jin Jiyan Azadî” li kolanên Tehranê, Tewrêzê, Senendejê bigirin heta Ewropayê hat qîrîn. Ev jî mohra vê serhildanê bû, keda bi salan e, bi nikulê derziyê li ruhê civakê hatibû kolandin li sûk û kolanên rojhilatê Kurdistanê û Îranê seridîbû. Xala ku hêviyê mezintir dike ev mohr e. Ew hewldana bi feraseta pêşengiya jinan siyaseta neteweya demokratik û civaka konfederal êdî haveynê xwe girtiye.

Ala li ser cenazeyê Jîna Emînî hat rakirin nişan dide ku êdî gelê kurd û gelên Îranê destê rejîma Îranê êdî ne ew qas serbest e û her tişt jê re dimîne. Muxalefeta bi pêşengiya jinan wê dilê rejîmê pirtir bitirsîne, hesabê wê ser û bin bike. Ya din jî ev e ku têkoşîna bi tifaqa gelan û Îraneke demokratik azadîxwaz pêkan e, ji her dem zêdetir jî hewce ye ku ev rejîma xwînrij êdî bi dawî bibe.

Em kuştina Jîna Emîniyê bi nefret lenet dikin, serhidan û berxwedana bi ala wê hatiye rakirin silav dikin.

Nûçeyên Têkildar