Ji dagirkeriyê têr nabin

Em ji bo dewleta tirk dibêjin dagirker. Lewma sedemên wê hene. Di dîrokê de gelek dewlet hene ku dagirkerî pêk anîne û ev yek...

Bêdengiya li dijî tecrîdê tenê dewletê xurt dike…

Herî dawî Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ji bo ku li ser SEGBÎS’ê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike serî li...

Ji dagirkeriyê têr nabin

Em ji bo dewleta tirk dibêjin dagirker. Lewma sedemên wê hene. Di dîrokê de gelek dewlet hene ku dagirkerî pêk anîne û ev yek...

Bêdengiya li dijî tecrîdê tenê dewletê xurt dike…

Herî dawî Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ji bo ku li ser SEGBÎS’ê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike serî li...
Şemî - 3 Kanun 2022

Ji dagirkeriyê têr nabin

Em ji bo dewleta tirk dibêjin dagirker. Lewma sedemên wê hene. Di dîrokê de gelek dewlet hene ku dagirkerî pêk anîne û ev yek...

Bêdengiya li dijî tecrîdê tenê dewletê xurt dike…

Herî dawî Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ji bo ku li ser SEGBÎS’ê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike serî li...

Kevntirîn gund ê serdema neolotîk û girêdana wê ya bi çiyayê Torosê re

Bi hezaran deverên dîrokî û şûnwarî ku vedigerin serdemên kevn û serdema neolotîkê li Herêma Cizîrê hene. Mirovahî li vir dest pê kiriye, ya ku vê gotinê jî piştrast dike gund û deverên dîrokî yên li herêmê hatine dîtin in. Her wiha lêkolînên der barê gir, gund û deveran dîrok û nûjenbûna wê de jî rastiya vê herêmê û gelên ku li ser vê axê, li ser çiya, li dora newal û çeman nêçîrvanî û bêrî kirine derdixe holê. Li gorî lêkolînên ku hatine kirin zêdetirî hezar deverên dîrokî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene. Jê zêdetirî 55 gund û cihên dîrokî li navçeya Til Temir, gundewarên wê û li Çiyayê Kizwanan ê ku dikeve Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene.

Yek ji gundên herî kevn ku dîroka wê vedigere serdema neolotîkê gundê Sikir El-Ihêmir e. Misyona japonî girê gund vekolaye û ev rastî derxistiye holê. Gundê Sikir El-Ihêmir rastî çemê Xabûrê ye û bi 7 km. li rojavayê navçeya Til Temirê ye, bi 47 km. bakurî Kantona Hesekê dikeve.

Ji girê Til Xelef jî kevntir e

Li gorî serokê mîsyona japonî li zanîngeha Tokyoyê Yûşîhîro Nîşakî, dîroka girê Sikir El-Ihêmir vedigere 8 hezar sal berî zayînê. Bi vî awayî dibe yek ji kevintirîn gundên herêma Cizîrê be. Di heman wextê de jî ji girê Til Xelef ê ku dîroka wê vedigere 3 hezar sal berî zayînê jî dîsa kevntire. Li gorî lêkolînan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetirî hezar gir, gund û deverên dîrokî hene. Lê tenê di 30 giran de lêkolîn û kolandin hatiye kirin. Dibe ku di pêşerojê de girên din werin vekolandin û gundên ji gundê Sikir El-Ihêmir kevntir werin dîtin.

Dîroka keşifkirinê

Di sala 1991’ê de ji aliyê misyoneke fransî ve gir hatiye kolandin û belgekirin. Piştî kolandina wê û li gorî agahiyên ku ji aliyê misyona japonî ve hatibû weşandin hat xuyakirin ku avahiyên niştecihbûnê yê kevirî ku ji heriyê hatibûn çêkirin hatine dîtin. Ev vedîtin digihîje hezarsala heftemîn a berî zayînê. Her wiha kelûpelên kevir ên şikestî, perçeyên kelûpelên serdema kevirê yê (4500-3100 BZ) jî hatin dîtin.

Çanda Sikir El-Ihêmir bi Çiyayê Torosê ve girêdayî ye

Li gorî cureyên xaniyên ku li gund hatine lêkirin, girêdan û çandeke wê ya wiha heye ku çanda wê bi çanda Çiyayên Torosê ve girêdayî ye. Çiyayê Torosê jî yek ji çiyayên navdar ên Kurdistanê ye ku li Bakurê welat dikeve.

Dîtina peykerên jinan û qoçê pezkoviyan

Digel vê yekê, mîsyonê peykerek qoçê pezkoviyan ku ji gips û hin hestiyên heywanan hatiye çêkirin her wiha peykerên piçûk ên jinan ên di pozîsyona rûniştinê de ji heriyê çêkirî ku vedigerin qonaxa dawiya pêvajoyê dîtine.

Vedîtinên herî girîng

Di heman wextê de niştecihbûn li vê deverê bi heman lezê berdewam kiriye, ji ber ku tesîsek niştecihbûnê ya ku ji çend odeyên çargoşeyî pêk dihat hat dîtin, firn, sobeyên dorvekirî hebûn. Avahiyên dirêj ên ji çend odeyên piçûk ên çargoşe pêk dihat jî tê de hebûn. Ji bilî dîtina avahiyeke din a çargoşe ya ku bi kolanên asfaltkirî ve hatiye dorpêçkirin, li kêleka wê firin hebûn. Vedîtinên herî girîng dîtina “tovên genim” bûn, ev yek piştrast dike ku çandinî li vê erdîngariyê hatiye dîtin û pêşxistin.

Ji bo parastina şûnwaran parêzvan hatine erkdarkirin

Ev deverên dîrokî bi destpêkirina aloziya Sûriyeyê re hatin paşguhkirin, paşê desteya geştûguzarî û şûnwaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo rêgirtina li ber kolandinên veşartî yên deverên dîrokî rê neda ku kesek van şûnwaran bidize, parêzvan erkdar kirin. Lê ji ber nebûna mekanîzmayeke guncaw faktorên hewayî bandoreke mezin li van şûnwaran kiriye.

Bi xeteriya êrîşan û faktorên hewayî re rû bi rû maye

Li Til Temirê zêdetirî 55 gund û girên dîrokî hene lê belê piraniya wan dikevin ser xeta agir a di navbera Meclisa Leşkerî ya Til Temirê û dewleta tirk a dagirker de. Yên ku dikevin ser xeta agir jî ji aliyê çeteyên dewleta tirk a dagirker ve bi obîs û çekên giran tên topbarankirin û ev dever bi xeteriyeke mezin re rû bi rû dimîne. Êrîşên dagirkeriyê rê nadin ku parêzvanên girê gundê Sikir El-Ihmêr serdana wir bikin û wê ji kolandin û diziya biparêzin. Her wiha faktorên hewayî jî bandoreke li şeklê wê dikin ku toz digre û di nav de tê windakirin.

Deverên dîrokî û şûnwarî bi xeteriya tunebûn û xirabûnê re rûbirû mane. Dîrok û şûnwarên herêmê bi êrîşan re rûbirû ne ji lewre divê ku misyonên şûnwarî yên gundê Sikir El-Ihêmir ji kevntirîn gund keşif kirine helwestek xwe nîşan bidin da ku ev xeterî bi dawî bibe û dîsa vegerin wê vekolînin û tiştên nû keşif bikin.

Çavkanî: JINHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar