Ji dagirkeriyê têr nabin

Em ji bo dewleta tirk dibêjin dagirker. Lewma sedemên wê hene. Di dîrokê de gelek dewlet hene ku dagirkerî pêk anîne û ev yek...

Bêdengiya li dijî tecrîdê tenê dewletê xurt dike…

Herî dawî Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ji bo ku li ser SEGBÎS’ê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike serî li...

Ji dagirkeriyê têr nabin

Em ji bo dewleta tirk dibêjin dagirker. Lewma sedemên wê hene. Di dîrokê de gelek dewlet hene ku dagirkerî pêk anîne û ev yek...

Bêdengiya li dijî tecrîdê tenê dewletê xurt dike…

Herî dawî Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ji bo ku li ser SEGBÎS’ê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike serî li...
Şemî - 3 Kanun 2022

Ji dagirkeriyê têr nabin

Em ji bo dewleta tirk dibêjin dagirker. Lewma sedemên wê hene. Di dîrokê de gelek dewlet hene ku dagirkerî pêk anîne û ev yek...

Bêdengiya li dijî tecrîdê tenê dewletê xurt dike…

Herî dawî Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ji bo ku li ser SEGBÎS’ê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike serî li...

Min tirs danî aliyekî û çûm Rojhilat û Îranê

Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Abdurrahman Gok ji bo der barê rewşa dawî ya serhildanê ragihîne çû rojhilatê Kurdistan û Îranê. Gok piştî vegerê rêzenivîseke amade kir. Beşa yekemîn a rêzenivîsa Gok wiha ye.

“Jîna Emînî di 13’yê îlona 2022’yan de dema bi birayê xwe Kiyareş Emînî re li Tehranê li îstasyona metroyê ye, bi hinceta ku li gorî qaîdeyên îslamî serê xwe negirtiye bi komek jin re tê binçavkirin. Şahidên bûyerê destnîşan kirin ku Jîna di dema binçavkirinê de ji ber îtirazî heqaretên polîsan kiriye hatiye derpkirin û serê wê li hesinê wesayîta polîsan ketiye. Piştre ew rakirine nexweşxaneyê û di 16’ê îlonê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Tetkîkên tibî jî agahiyên şahidên bûyerê piştrast kirin û di tetkîkan de hat destnîşankirin ku Jîna, ji ber xwîn rijiyaye ser mejiyê wê jiyana xwe ji dest daye. Piştî malbatê ev yek ragihand, destpêkê li bajarê Jînayê angu li Seqizê, piştre jî li hemû rojhilatê Kurdistanê û hin bajarên Îranê xwepêşandanan rû dan. Ev xwepêşandan ber bi serhildanekê ve veguherî û 2 meh li pey xwe hişt. Di nava van du mehan de ligel ku bi sedan welatî hatin kuştin û birîndarkirin jî, gel ji kolanan venekişiya û li derdora dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bîreke kolektîf ava kir.

Ji ber ku ji roja xwepêşandanan dest pê kiriye û heta niha li Îranê înternet hatiye qutkirin agahiyên wir jî kêm kêm belav dibin. Lê ligel vê yekê jî çalakiyên îranîyan li hemû cîhanê deng vedan.

Ji 17’ê îlonê ku li Rojhilat û Îranê çalakî dest pê kirine û heta niha li seranserê welat înternet tê astengkirin. Raya giştî jî perçe perçe hay ji agahiyên li vî welatî dibe. Her çiqas bi sepanên VPN’yan welatî hewl bidin vê astengiyê berteref bikin jî zêde bi ser nakevin. Lewre temenê her sepana VPN di navbera nîv saet û du saetan de diguhere. Bi tespîtkirina kodên wan VPN’yan re ew jî têne bêbandorkirin. Rojnamegerên vî welatî di bin zexteke zêde de ne. Dîsa rojnamegerên ji derve dixwazin biçin Îranê jî ji ber tewanbariya sixûrtiyê û tirsa girtinê vê yekê nadine ber çavan. Ji ber vê yekê agahiyeke herî biçûk jî, dîmenekî 3-4 saniye jî pir qîmet e ji bo hînbûna geşedanên li Îranê. Di serdemên wisa de belavbûna agahiyên şaş û piştperdekirina agahiyên sosret jî zêde dibe. Ev yek jî dibe sedem ku mirov bi baldarî nêzî dîmen û agahiyan bibe. Weke nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) ji bo geşedanan li cihê bûyerê bişopînim, bi welatiyên Rojhilat û Îran re biaxivim, çavdêrî bikim û rasterast agahiyên ji wir bi raya giştî re parve bikim, biryar didim biçim Rojhilat û Îranê.

Ber bi Îranê ve dikevim rê

Destpêkê dixwazim bi welatiyên ku min berê di dema ziyaretên Îranê de ew nas kiribûn têkilî deynim û bûyerên wir rasterast ji wan bibîhizim. Lê ji ber pirsgirêka înternetê û şebekeyên telefonê demek dirêj bi ser nakevim. Di demên ku pêwendî datînim de jî ji ber qutbûna telefon û înternetê baş tê nagihîjim bê çi dibe çi nabe. Ez bi rojnamegerên îranî ku li ser medyaya sanal wan dişopînim re pêwendî datînim û rewşa Îranê ji wan dipirsim. Lê ew jî ji ber li dîasporayê dijîn tenê agahiyên ku ez li ser înternetê dişopînim dikarin bi min re parve bikin. Dema pirsa rîska çûyina Îranê dikim jî, her kesekî bi wan re hevdîtin dikim behsa xetereyan dike û dibêjin ku weke tûrîst çûyina Îranê bi xwe jî pir talûkeye û hin mînakên neyinî didin. Dibêjine min ger min biryara çûyinê dabe jî divê demildest dest ji vê yekê berdim.

Ligel ku dizanim di nava du mehan de bi dehan rojnameger hatine girtin jî, tirsa xwe datînim aliyekî û biryara çûyinê didim. Dizanim ku çiqas bi derdorê bişêwirim ewqas ez ê di meseleya çûyinê de bêbawer bibim û ji ber vê yekê biryar didim ku êdî bi kesî re neşêwirim û biçim, ger rîskek hebe jî bi xwe bibînim û tecrube bikim. Piştî malbat û hevalên xwe yên ajansê îkna dikim bi tirs ber bi welatê ku berê du cara bi kelecan min ziyaret kiribû ve derdikevime rê.

Êdî li Îranê me

Piştî karûbarên pasaportê yên li Deriyê Sînorê Kapikoy xilas dibin, 5 deqîqe dimeşim û digihîjim Deriyê Sînor ê Xoy-Razî. Xirecira tîcareta welatiyên di navbera sînoran de dikin dest pê dike. Di navbera lodên eşyayên ku ji Îran’ê hatine û yên wê biçin Îranê de bi qenderê nîv saetê cehd dikim û pasaporta xwe didime destê leşkerekî Îranî. Piştî çavê xwe li rûpelê pasaportê digerîne, deriyê hesinî bi qenderê ez karibim têre derbas bibim vedike û ji nava wê xirecirê min dikişîne aliyê Îranê. Derbasî eywana kontrola pasaportan dibim. Li eywanê ji ber dor tune ye karûbarên min yên li vir jî zû diqedin û bi tevahî derbasî xaka Îranê dibim.

Destpêkê li Ûrmiye, Xoy, piştre li Mahabad, Pîranşar, Bokan, Miyandûab, Seqiz û herî dawî li Tehranê geriyam. Bi xwepêşandaran, bi kesên birîndar, bi ciwanan, bi zarokên dibistanê, bi akademîsyenên zanîngehê, bi dikandaran û bi malbatên ku zarokên wan jiyana xwe ji dest dane re min hevpeyvîn kirin.

Beriya van hevpeyvînan dixwazim di destpêkê de der barê Îranê, xwepêşandanên berê û niha de hin agahiyan bidim. Her wiha di çarçoveya hevdîtinên min kiriye de, ferqa di navbera çalakiyên berê û niha de dixwazin bi çend agahiyên hevpar bi we re parve bikim.

 Ji monarşiyê ber bi komara îslamî ve

Di sala 1979’an de Îran ji monarşiya Muhammed Riza Pehlewî veguherî Komara Îslamî ya di bin rêveberiya Ayetullah Ruhullah Humeynî ku nêrîna mezhebê Şîa û hiqûqa îslamî esas digirt.

Di dema şoreşa Îranê de ji bo Şah ji desthilatdariyê bê xistin lîberal, çepgir û komên îslamî tevek bi hev re tevgeriyan û pişt re Şah Ayetullah Humeynî hat desthilatdariyê. Lê Humeynî di demeke kin de kesên lîberal, çepgir û komên muxalîf tefisand, binçav kir, şande sirgûnê û ew bi darve kirin. Bi guherîna rejima Îranê re molla her ku çû xwe di hemû saziyên dewletê de bi rêxistin kirin û civak tefisandin, mehkûmî jiyaneke “bêrûmet” kirin.

Hêviyên Îraneke nû

Her çiqas dem dem welatî li hemberî van kirinan serî hildabin jî di 43 salên rejîma Komara Îslamî de tu tişt bi dest nexistin û neguherandin. Lê kuştina Jîna Emînî û xwepêşandanên ku li rojhilatê Kurdistanê dest pê kirin pêl bi pêl di bin dirûşma “Jin Jiyan Azadî” de li tevahiya Îranê belav bû û hêviyeke nû di dilê her îraniyekî li nava welêt û li dîasporayê dijî de şîn kir.

Bi milyonan welatiyên Îranî ku li dîasporayê dijîn di van demên krîtîk de bala xwe dane ser welatê xwe. Daxwaza tevan avabûna Îraneke nû ye. Ji ber wê yekê jî ligel hemû bêderfetiyan çend saniye dîmenên ji welatên wan digihîjine ber destên wan li hemû cîhanê belav dikin. Cara yekemîn e ku li derdora xeyalên nû hemû netew, bawerî têne cem hev û bi awayekî kolektîf dixwazin rejima Cumhurî Îslamî têk biçe û Îraneke nû ava bibe.

Tiştê ku vê carê îraniyan motîve dike çi ye?

Her kesê ez pê re diaxifim bi gotina “ev car naşibe carên din” dest bi axaftinê dike. Mînakên çalakiyên 2009 û 2019’yan didin. Dibêjin di 2009’an de tevgereke bi hêz derketibû û daxwaza demokrasiyê dikirin. Piştgiriya hin derdorên muxalifên hikûmetê jî girtibûn. Lê ew pêkhate tenê ji çîna navîn a bajariyan pêk dihat. Piştre karkerên meaşên xwe nedigirtin, cotkarên ji polîtîkayên hilberînê nerazîbûn rabûne ser piyan. Herkes bi derdê xwe re miştexul bû û tenê dawa daxwazên xwe dikir. Çalakiyên herî bi bandor di 2019’yan de pêk hatibûn. Yek armanceke hevpar hebû ew jî buhabûn û meseleyên aborî bûn. Welatiyên feqîr û hêjar tev li vê çalakiyê dibûn û wê demê bedelekî giran jî dan.

Lê niha serhildanên ku du meh li pey xwe hiştin di 43 salên rejima Komara Îslamî de çalakiyên herî berfireh û bi rêk û pêk in. Kurd, faris, azerî, belûc û erebên hêjar, çîna navîn, cotkar, xwendekar li derdora dirûşma “Jin Jiyan Azadî” kom bûn û di navenda vê yekê de jî jin cih digire. Bi vê hêla xwe gelên Îranê vê serhildanê naşibînine serhildanên berê. Her welatiyekî ez bi wan re diaxivim dibêje “rast e gelek meseleyên me hene. Ji hêla aborî ve êdî herkes tengezar e, pereyê Îranê bê qîmet e. Mirovên çîna navîn jî êdî hêjar in. Lê ji van wêdetir çalekî û îtirazên vê carê bi rûmeta mirovahiyê re eleqedar in.” Gelê Îranê ji ber vê yekê berê qet bi daxwazeke wiha hevpar re rû bi rû nemabûn.

 ‘Jin Jiyan Azadî’ çawa wergeriya dozeke gerdûnî?

Mirovên dadikevin qada ew jiyana xwe ya tertebelav bûye, ciwaniya xwe ya heba bûye, kêf û şahiyên xwe yên nîvco mane û ew jiyana bi rûmet ku jê bêpar mane dixwazin. Ev tê wateya ku jiyaneke nû dixwazin. Yanî tevgereke ku jiyaneke nû dixwaze û vê yekê jî bi “Jin Jiyan Azadî” re formule dike. Ji zarokên xwendekarên dibistana amadehî ku rasterast muxatabê “zilma dewletê” nebûne bigirin, heta temenmezinên ku gelek êş û azar kişandine, dibêjin ku “jin di bin piyan de be jiyan bêrûmet e, bi jiyaneke bêrûmet jî jiyaneke azad ne pêkan e. Bo vê yekê ger azadî were teqez bi rêya jiyaneke bi rûmet pêk tê, jiyana bi rûmet jî ancax bi jinan re pêkan e.”

Di gera min a rojhilatê Kurdistanê û Îranê de tişta sereke ku dihat daxwazkirin û formulekirin ev bû. Êşeke kolektîf ancax bi îdiayeke kolektîf dikare bê dermankirin. Ev îdiaya kolektîf jî bi “Jin Jiyan Azadî” teşe girt û bû îdiayeke gerdûnî.

 Îtiraza li hemberî bêrûmetkirina jiyanê

Li Îranê jiyana mirovan bi taybetî jî jiyana jinan di bin çavdêriyeke siyasî û bîrdozî de ye û ev çavdêriyeke ku jiyanê li mirovan diherimîne ye. Hema hema li hemû welatên Rojhilata Navîn rewş wiha ye û li hemberî vê bêrûmetkirina jiyanê îtiraz hene. Li gelek welatan di encama xwepêşandanan de desthilatdarî jî guherî ne. Lê li Îranê ferqeke mezin heye. Dema vê ferqê dipirsim jî her kesekî pê re hevpeyvîn dikim behsa rol û pêşengiya jinan dike. Dirûşma “Jin Jiyan Azadî” serhildanên Îranê ji hemû serhildanên Rojhilata Navîn vediqetîne.

Dema li nava bajaran digerim bi taybetî saet li 12.30 deqîqeyî û di saetên êvarê de dema xwendekarên dibistanan belav dibin dengê “Bimre dîktator”, “Jin Jiyan Azadî” bilind dibin. Ew gotinên ku kesên min bi wan re hevdîtin dikir digotin “Herî zêde ciwan û zarokên temenê wan di binê 18 salan de ne xwendekarên dibistanê ne tev li van çalakiya dibin” bi vê çavdêriya min piştrast dibin.

Ciwan cara yekemîn e ewqas nêzî xeyalên xwe ne

Heta niha ji qurbaniyên hatine kuştin pareke zêde jî kesên temenê wan di bin 18’yan de ne. Û ev yek jî rola xwendekarên dibistanan li ber çavan radixe. Kabîliyetên van ciwanan, enerjiya wan, daxwazên wan ên ji bo pêşerojê, dibe sedem ku ji çalakiyan nemînin. Ev ciwanên ku temenê wan di navbera 15 û 25 salan de ne naxwazin “extiyar” pêşeroja wan diyar bikin û ji ber vê yekê jî bêdeng namînin.

Ciwan êdî ji siyaseta niha bêbawer in û di wê baweriyê de ne ku bi hilbijartinan tiştek naguhere. Ji ber wê ew ciwanên di deh salên dawî de ji xwe re dinyayek ava kirine, niha di wê baweriyê de ne ku bi van xwepêşandanan nêzî xeyalên xwe ne. Ji ber wê jî ji tu çalakiyê namînin.

‘Êdî veger tune ye’

Welatî dibêjin ku “ev çalakî bi jin û xortên ciwan dest pê kir.” Lê êdî di nava du mehan de bi hêdî hêdî malbatên van ciwanan jî daketin kolanan. Ev yek jî hêza guherîna derketina kolanê nîşan dide ku her beşên civakê dema tev li van xwepêşandanan bû êdî vegera ji guherînê namîne.

Dema bi jinên di nava çalakiyan de ne re diaxivim xebata xwe bi du mehan sînordar nakin û behsa 43 salên borî dikin. Destnîşan dikin ku îtirazên jinan nû dest pê nekirine. Piştî 1979’an berxwedana jinan dest pê kiriye û niha di lûtkeyê de ne. Her wiha nêzî encamgirtinê ye.

Jin 43 sal in têdikoşin lê cara yekemîne ewqas nêzî encamê ne

Jin dibêjin ku yek ji emrê destpêkê yê Humeynî piştî şoreşa 1979’an sergirtina (hîcaba îcbarî) jinan bû. Xwest ku jin bi tevahî bikevin çarşefê. Li hemberî vê yekê di 8’ê Adara 1979’an de li Tehran û bajarên mezin yên Îranê jinan çalakiyên bi girseyî lidar xistine û destnîşan kirine ku ew ê azadiya xwe fedayî rejimê nekin.

Li ser vê berteka mezin, Humeynî gotinên xwe înkar dike û dibêje ku tu mecbûriyeta çarşefê tune ye. Lê di dawiya sala 1980’yî de Humeynî di wazên înê de sînyalên şoreşa çandî dide û qaîdeyên şerî û rêveberiya mollayan bi hêdî hêdî mecbûrî û cih bi cih dike. Zanîngehên li hemberî vê yekê derdikevin bi destên milîsên Besîc (polîsên sivîl) têne bêbandor kirin, xwendekar û pêşengên koman têne kuştin. Ev pêvajo heta sala 1983’yan berdewam dike. Wê demê gel ji ber ku bi şerê Îran û Iraq’ê re mijûl e, Humeynî jî hêza xwe zêdetir dikare bi cih bike. Mamoste û akademîsyenên gelek zanîngehan têne tesfiyekirin. Lê jin ji mafên xwe venagerin û ligel bedelên giran jî bêrawestan çalakî û bertekên xwe didomînin.

Xwedîderketina gelê kurd a li Jînayê rewşê guherand

43 sal e jin çalakiyên cur be cur li dar dixin. Di van 43 salan de bi milyonan jin ji hêla Gaşt e Îrşad (Devriyeyên Rehber) ve hatin biçûkxistin, îşkence dîtin. Heta gelek ji wan hatine kuştin jî; lê ji ber zilma dewletê malbat newêribûne faîlên zarokên xwe aşkera bikin. Ev yek bi kuştina Jîna Emînî şikest. Xwedîderketina malbatê li Jînayê, belavkirina vê zilmê bi saya du rojnamegerên jin Nilufer Hamedi û Elahe Mohammadi û yekem car bi berzkirina dirûşma “Jin Jiyan Azadî” ji ber serê gora Jînayê, kir ku parastina rûmeta mirovahiyê berbelav bibe. Vê yekê kir ku reng û deng û daxwazên vê serhildanê, ji hemû serhildanên din cudatir û bi bandortir bibe. Êdî mesele hat asteke wisa ku ji sergirtina bi zorê (hîcaba îcbarî) bihurî, veguherî parastina maf û rûmeta mirovahiyê.

Di nava du mehên borî de hemû îranî êdî dizanin ancax bi azadiya jinan re civak dikare azad bibe û bo vê yekê jî hemû pêkhate, reng, deng, netew, cins, mezheb, ol û çîna xwe datînin aliyekî û li derdora yek dirûşmê mil bi mil têdikoşin.

Li Îranê êdî tu tişt ne weke berê ye!

Encama van çalakiyan çi dibe bila bibe ji niha ve vê tevgerê gelek destkeftin bi dest xistine. Ev yek li kolan, cade û bazarên rojhilatê Kurdistanê jî û li bajarên Îranê jî berbiçav e. Li gund, bajar û paytextên eyaletan hemû pêkhateyên welat ji bo di jiyaneke bi rûmet de israr bikin  neteweyekî nû ava kirine û ew jî jin e. Ji ber wê yekê bavê Muhemmed Hesenzade yê ku li Bokanê hat kuştin li ber serê gora kurê xwe wiha digot: “Berê ji bo kesên pir bi xîret, kesên bi namûs û wijdan digotin çi mêr e. Niha kesek ji bo karibe bibe mêrekî baş divê weke jinekê be. Lewre jin ji mêran bi xîrettirin.”

 Bi her êrîşên rejîmê re pêla çalakiyan gurtir dibe

Dîsa rejîm îlan bike jî neke jî diyar e Gaşt e Îrşad fesih bûye; lewre sergirtina bi zorê tu bandora wê nemaye. Li ber çavên polîsan li hemû deverên bajêran êdî mirov, jinên li hemberî hîcaba îcbarî serê xwe vedikin û ji xwe bawer dimeşin dibîne. Kuştin jî êdî feyde nake. Rejima Îranê her ku êrîşên xwe zêdetir dike, hejmara kesên dadikevine kolanan jî li hemberî vê zêdetir dibe.

Der barê hin saziyên rejima Îranê ku wê di dema rêzenivîsan de tim navê wan derbas bibe hin agahî û peywirên van saziyan:

*Besîc: Ji hêla Ayetullah Humeynî ve di mijdara 1979’an de li Îranê hatiye damezirandin û teşkîlateke ji milîsên xwebexş pêk tê. Navê vê rêxistinê yê fermî Hêza Berwedêr Besîc e. Ji ciwanên ku bi ‘dildarî’ ji bo dewletê dixebitin pêk tê. Ligel ku di tu qanûnên Îranê peywira Besîc a çekdarî tune ye jî hêzeke çekdarî ye. Heta niha polîs nikaribûye Besîc ji ber sûcên li kolanan kiriye bigire û radestî darazê bike. Tu sazî jî heta niha berpirsiyariya cînayetên ku vê hêzê pêkanîne jî negirtiye ser xwe. Ji ber ku unîformayekî vê hêzê tune ye, gel wan weke ‘hêzên bi cilên sivîl’ pênase dike.

*Arteş: Hêza çekdarî ya Îranê ji Arteş û Muhafizên Şoreşê ango Pasdaran pêk tê. Bi rêya Serokatiya Serfermandariyê ev hêz rasterast girêdayî rêberê olî ye. Yekîneya leşkerî ya Arteş heta niha mudaxeleyî çalakiyên gel yên du mehên borî nekiriye. Leşkerên ku li gorî kanûnên Îranê 2 salan leşkeriya bi zorê dikin jî di nava vê Arteşê de cih digirin û hejmara yên ku dibêjin ger Arteş dest bi mudaxeleyê bike ew ê firar bikin ne hejmareke kêm e.

 *Pasdaran: Sipahî Pasdaranî Înkilabî Îslamî (Artêşa Muhafizên Şoreşa Îranê) girêdayî Hêza Çekdar a Îranê ye. Beşên wê yên bejahî, hewayî, behrê û fuze hene. Artêşeke bîrdozî û milîsî ye. Gel bo wan dibêje Pasdar an jî Sipah. Ji hêla rêberê olî Ayetullah Humeynî ve di 5’ê gulana 1979’an de hatiye damezirandin. Li gorî Makezagona Îranê ev hêz bi parastina asayîşa hundirîn, şoreşê û astengkirina ‘fikrên rêşaş’ re peywirdar e û ji 100 hezarî zêdetir neferên wê hene. Ji hêla aborî ve jî împaratoriyeke bi milyaran dolaran ava kiriye û tê gotin ku Pasdaran, piştî Şîrketa Neftê ya Mîllî ya Îranê û Fona Îmam Riza, saziya sêyemîn ya herî zengîn a Îranê ye.

 *Gaşt-ê Îrşad: Gaştê Îrşad ango Dewriyeyên Rehber, yekîneya polîsan e ku rasterast mudaxeleyê jiyana mirovan dike û qaîdeyên hişk li welatiyan ferz dike. Ev polîs li kolanan kesên li gorî qaîdeyên danîne tevnagerin dixine binçavan. Di 4’ê tebaxa 2014’yan de Lijneya Bilind a Şoreşa Çandî “Stratejiya Pêşxistina Çanda Îffetê’ erê kir. Teşkîlata polîsan, Wezareta Karên Hundir û Wezareta Enformasyonê saziyên ku endamê vê komîsyonê ne. Di havîna 2005’an de, hat ragihandin ku Gaşt ê Îrşad dest bi kar kiriye û hat gotin tenê wê ev polîs kesên ‘serê xwe nagirin’ hişyar bikin. Lê piştî çend mehan prosedur hat guhertin û hat ragihandin ku heta niha gelek jinên li gorî qaîdeyan serê xwe nenixumandine hatine girtin. Ne tenê li cade û kolanên nava bajêr, her wiha li cihê seyrangehan û salonên dawetan jî planên ‘ewlehiya civakî’ ketin meriyetê û ew polîsên ku berê zêdetir çavdêriya cil û bergên jinan dikir êdî dest bi teftîşa atolye û dikanên kincan, salonên berberan û dikanên wênegiran jî kirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar