Destana berxwedana mirovahiyê

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ev 45 sal in bi berxwedana bêhempa pêşengiya azadiya gelan dike. Di vê rê de gelek berdêlên giranbuha hatin dayîn....

Berzanî çima bêdeng in?

Li himberî êrîş û êrîşkariya devleta tirk a bi taybetî li ser Başûr û Rojava, hema hema hemû dewlet û kesayetiyan hilwesta xwe nîşan...

Destana berxwedana mirovahiyê

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ev 45 sal in bi berxwedana bêhempa pêşengiya azadiya gelan dike. Di vê rê de gelek berdêlên giranbuha hatin dayîn....

Berzanî çima bêdeng in?

Li himberî êrîş û êrîşkariya devleta tirk a bi taybetî li ser Başûr û Rojava, hema hema hemû dewlet û kesayetiyan hilwesta xwe nîşan...
Şemî - 10 Kanun 2022

Destana berxwedana mirovahiyê

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ev 45 sal in bi berxwedana bêhempa pêşengiya azadiya gelan dike. Di vê rê de gelek berdêlên giranbuha hatin dayîn....

Berzanî çima bêdeng in?

Li himberî êrîş û êrîşkariya devleta tirk a bi taybetî li ser Başûr û Rojava, hema hema hemû dewlet û kesayetiyan hilwesta xwe nîşan...

Qirêjiya desthilatdaran bêhnên pîs derdixe

Dewleta Osmanî ji damezrandina xwe heta hilweşînê hemû cîhan daye ber bayê zilma xwe. Bi talan û qetlîaman hatine naskirin. Heta tam dema hilweşandina dewletê de, jenosîda herî mezin pêk anîne. Bi destê Îttîhat Terakiya nijadperestên tirk, milyon û nîvek ermenî û suryanî hatine qetilkirin. Dest danîne ser hemû mal û milkên wan.

Ev kevneşop piştî damezrandina komarê jî negûheriye. Navê dewletê gûheriye bûye ‘Tirkiye’; lê taybetmendiyên ‘tirkbûnê’ wek xwe mane. Ji xwe pêve kesek nasnekirine. Ji bo hemû cûdayiyan bikin ‘tirk’ çi ji destê wan hatiye texsîr nekirine. Di encam de hemû milletên din ya asîmîle kirine, yan jî bi awayekî tûne kirine.

Kurd, li hemberî vê hovîtiyê serî netewand, bi dehan car serî hilda. Ev car kurd ketin ber qetlîam û talanên tirkên hov û nijadperest. Ev hovîtiya li dijî gelê kurd heta niha jî berdewam e.

Dewleta tirk van hovîtiyan bi rêya hin saziyên xwe yên taybet pêkanî. Ev sazî, ne tenê bi karmendên dewletê re, her weha bi çete û mafyayan re jî xebitîn. Piştî ku di sala 1984’an de kurd dest bi şerê çekdarî kirin, şerê li dijî kurda jî bi rêya wan çete û mafyayan birêve birin. Ev yek di heyama Çîllerê de sedan car aşkere bûn. Mehmet Agarê wezîrê Çîller, bi rêya çete û mafyayan danûstendina maddeyên hişber pêkanî. Ev danûstendin, hem ji bo fînansmana şerê qirêj bikaranîn, hem jî xwe îhya kirin.

Ev salek e Sedat Peker hin îtîrafan dike. Berê îtîrafên xwe bi vîdeoyan raberî gel dikir. Niha li ser twîtterê dinivîsîne. Aşkere ye ku kevneşopa talankirinê di heyama Erdogan de jî negûheriye. Ew jî sîstema xwe li ser esasên taybetmendiyên ‘tirkbûnê’ daniye. Sosa vê heyamê jî ‘misilmanî’ ye.

Sedat Peker, bi dehan çete, mafya û wezîfedarên dewletê aşkere kir. Di nav vana de ji Mehmet Agar bigre, heta Suleyman Soylu, ji Demîrorenê bigre heta Mehmet Cengîz navê gelek kesan derbas dibe. Sedat Peker, kiryarên van kesan û têkîliyên wan ên bi dewletê re yekoyek dinivîsîne. Hem şahidiyên xwe, hem jî carina belgeyên van şahidiyên xwe parve dike. Heta niha yek kesek Sedat Peker nederewandiye.

Belê, hin tiştên ku Sedat Peker behs dike, berê jî dihat zanîn. Lê ya nû ev e ku Sedat Peker, rasterast ji hûndir diaxive. Cîh bi cîh, behsa bûyeran dike. Ji xwe, bi gotinên xwe rola xwe jî aşkere dike. Ango dibêje, “Ez jî ne paqij im, sucdar im.”

Tiştê ecêb, li hember van îtîrafên Sedat Peker, tenê desthilatdarî ne bêdeng e. Her weha aliyeke berfireh ya mixalefetê jî îtîrafên Sedat Peker nabînin. Ji alî din heta niha yek dozgerek lêpirsînek di der haq îtîrafên Sedat Peker, nedaye destpêkirin.

Ev helwestên li hember îtîrafên Sedat Peker tê nîşandan jî, taybetmendiyek ji kevneşopa dewleta tirk e. Yên xwe xwediyê dewletê dibînin çi li desthilatdariyê bin, çi li mixalefetê bin dijî ‘peymana tirkbûnê’ tevnagerin. Naxwazin kiryarên qirêj a dewletê bi aşkereyî derkevin holê. Ya herî girîng jî, dixwazin van kiryaran wekî kiryarên kesan werin naskirin. Heke îtîrafkar ji nav dewletê be, ew jî vê taybetmendiyê diparêze. Kesan sucdar dike, heta xwe sucdar dike, lê hebûna dewletê li ser her tiştî digre.

Osmanî bi vê qirêjiyê xwe gîhand heyama hilweşînê. Dema hilweşiya dehan gel ji bandora Osmanî filîtîn. Ew Osmaniya ku xwe bi talan û qetlîaman ji Asyaya Navîn gîhandibû ber deriyên Ewropayê jî, tenê bi Anatoliyê û Bakûrê Kurdistanê  razî bû, dawî li xwe anî.

Kiryarên ku niha pêk tên, ji heyama hilweşînê ya Osmaniyê jî xeraptir in. Çi kesên ku di desthilatdariyê de cîh digrin, paqij nemane. Çi kesên ku bi desthilatdariyê re tevgeriyane, ji qirêjiyê bêpar nemane.

Bêgûman, ew ê dawî li vê qirêjiyê jî were. Lê divê em bizanibin, ew ên dawî li vê qirêjiyê bînin ne ew kesên sucdar in. Sucdar tenê qirêjiyê diparêzin, rê ji bo qirêjiyên nû vedikin. Divê ‘mezlûm’ û ‘mexdûr’ vê yekê bizanibin û bi gor vê yekê tevbigerin.

Nûçeyên Têkildar