Destana berxwedana mirovahiyê

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ev 45 sal in bi berxwedana bêhempa pêşengiya azadiya gelan dike. Di vê rê de gelek berdêlên giranbuha hatin dayîn....

Berzanî çima bêdeng in?

Li himberî êrîş û êrîşkariya devleta tirk a bi taybetî li ser Başûr û Rojava, hema hema hemû dewlet û kesayetiyan hilwesta xwe nîşan...

Destana berxwedana mirovahiyê

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ev 45 sal in bi berxwedana bêhempa pêşengiya azadiya gelan dike. Di vê rê de gelek berdêlên giranbuha hatin dayîn....

Berzanî çima bêdeng in?

Li himberî êrîş û êrîşkariya devleta tirk a bi taybetî li ser Başûr û Rojava, hema hema hemû dewlet û kesayetiyan hilwesta xwe nîşan...
Şemî - 10 Kanun 2022

Destana berxwedana mirovahiyê

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ev 45 sal in bi berxwedana bêhempa pêşengiya azadiya gelan dike. Di vê rê de gelek berdêlên giranbuha hatin dayîn....

Berzanî çima bêdeng in?

Li himberî êrîş û êrîşkariya devleta tirk a bi taybetî li ser Başûr û Rojava, hema hema hemû dewlet û kesayetiyan hilwesta xwe nîşan...

Tecrîd, mafê hêviyê û ‘muafiyet’

Ev bîst û çar sal in ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêya hiqûqeke taybet weke girtiyekî NATO’yê di girava Îmraliyê de tê girtin. Gava hiqûq taybet bû birêvebirina vê hiqûqê jî taybet dibe. Girtî yê NATO’yê ye lê rêvebirina wê dane destê Tirkiyeyê. Dewleta tirk jî pratîkkirina wê rewşê wiha pêk tîne; tecrîda qetî û giran.

Ev bîst û çar sal in Tirkiye li Îmraliyê rejîmeke taybet pêk tîne û vê rejîmê li gorî siyaseta xwe ya hundirîn, carinan jî girêdayî rewşa siyaseta xwe ya navneteweyî- navdewletî kêfî bi kar tîne. Rejîma taybet xwe spartiye NATO û Gladyoyê. Di esasa xwe de ev rejîma taybet hem bi hevparî û destûra wan ketiye meriyetê hem jî di bin kontrola wan de ye. Der barê rewşê de CPT’ya ku girêdayî prosesa Konseya Ewropayê dixebite peywira xwe ya ji bo kiryarên Tirkiyeyê li Îmraliyê nayne cih, gelek sist tevdigere û garisa li ser ben radixe. Li gorî hiqûqa li Îmraliyê pêk tê qaşo prosesa herî demokratik a vê rejîmeyê ye lê ew jî rewşa cidî gelek caran piştguh dike. Konseya Ewropayê bi ser Tirkiyê de naçe û kiryarên wê pişo pişo û nixumandî erê dike.

Ev yek dipeyitîne ku rejîma Îmraliyê rejîmeke hevpar e û tu rêbaz û qaydeyan nas nake.

Her çiqas rejîma li Îmraliyê taybet û mafnas nebe jî Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê hin mafan li gorî hiqûqa xwe dihewînê. Li gorî vê hiqûqê, dadgeha mafê mirovan biryara mafê hêviyê ji bo Ocalan girtibû. Dewleta tirk ev biryar erênî encam nekir. Parêzerên birêz Ocalan di vê çarçoveyê de careke din serî li dadgehê dan û mafê hêviyê ji bo Ocalan dîsa weke biryar hat girtin.

Li gorî ragihandina parêzeran û çapemeniyê dewleta tirk bersiveke wiha sosret ragihandiye dadgehê, “tahliyeya bi şert û merc ji bo hikûmgirtiyên cezayê muebedê girtine pêkan e lê belê weke awarte hin sûc ji vê ixtimalê muaf hatine girtin.”

Belê yên dişopînînin ev bersiv ji çapemeniyê xwendine. Lê belkî gelek kes nizanibin ev bersiv tê çi wateyê. Ev bersiveke sosret e lê bêhiqûqîtî û kêfîtiya komara tirk a îro gelek darîçav dike. Dewleta tirk a di rêveberiya AKP û MHPê de qanûn û nizama heyî kiriye bin piyên xwe û li ser bi lotikan digere. Tu tiştî nas nake û barê ser jî bê minet e. Ev bersiv jî di dîmenê vê rastiyê de hatiye dayîn.

Hovîtî û kêfîtiya dewleta tirk li qulpa dawî asê bûye. Bi taybet tecrîda li Îmraliyê û hemû zîndanan… Êdî girtiyên cezayên wan qediyane bi kêfî nayên berdan. Ji bilî ku ev kiryar bi zext û hovîtiyên rojane pêk tên, di nav dîmenên ku bav û dayik hestiyên şehîdên xwe bi kargo, teslimata tipa edlî digirin de derdikevin pêş me. Bi rastî ev bûye rejîmeke wisa ku ji hovîtiyê derbas kiriye, ji eyarê xwe derketiye.

Dewleta di bin siya Erdogan de dimeşe hemîn bê qanûn û kêfî ye. Îro ji ber siyaseta pûçbûnê wiha bê perwa tevdigere lê xala ku ji vê rastiyê derbas dibe jî heye. Me gotibû li Îmraliyê rejim û hiqûqeke taybet hatiye sazkirin. Ev rewş jî bi vê yekê ve girêdayî ye. Her kiryar, biryar û encamên li holê rasterast a nixumandî vê rejîma taybet ve girêdayî ne. Gava Dewleta tirk van kiryar, biryar û encamên rû didin pêk tîne, xwe dispêre rastiya vê erêkirina rasterast an jî nixumandî ya Ewropa û Natoyê. Ji ber dijminatiya Tevgera Azadî û Rêberê wê, li ser vê rejîma taybet difikire, destê dewleta tirk zeyîf nake, naxwaze zeyif bike. Destê Ewropayê û NATO’yê naçe Tirkiyeyê, ji berjewendiyên xwe li gel hovîtî û dijmirovatiya Tirkiyeyê li dijî Tevgera Azadiyê diparêze, dinuximîne û carinan jî rasterast diparêze, bi tanken xwe, bi çekên klasik ên şer û yên kîmyayî û taktik nukleer alîkariyê didê.

Di gelek meş û mîtîngên li dijî dewleta tirk de sembol û amblemên Tevgera Azadiyê tên berhevkirin, êrîş lê tên kirin. Ewropa du rû û ne samîmî ye. Li gorî prensîpên demokrasiya xwe na, li gorî berjewendiyên xwe tevdigere. Destekî wê germ ê din mîna qeşayê ye. Yê germ pirî caran ji bo Tirkiyeyê bi kar tîne. Ji dewleta tirk re dibêje, “ yuru ya dostum.”

Kingê ku bi destê germ weke biryarên DMME’yê ji aliyê kurdan ve bide, destê qeşayî dikeve dewreyê û li aliyê Tirkiyeyê terciha xwe dike. Dadgehê biryara berdana Selahedîn Demirtaş daye lê navenda siyaseta Ewropayê diewiqîne, ji bo dewleta tirk neêşe bi awayekî cidî ser nasekine.

Bi rastî rûyê kiryarî yê rejîma li Îmraliyê ye Tirkiye ye lê navenda tecrîdê Ewropa û NATO ye. CPT ji ber wê fonksiyona xwe nikare bîne cih. Heta ew piştgiriya vê rejîmê bikin ev rewş wê dewam bike. Helbet Tirkiye wê bêje, em hin sûcan muaf digirin. Ango em edaleta we muaf digirin. Ka em binêrin encama vê restê wê çawa biqede; gelo navenda Ewropayê cidî li ser bisekine yan destê xwe li pişta Erdogan bixe bêje, yuru dostum arkana bakma.

Nûçeyên Têkildar